Herêmeke Almanyayê hejmareke keçên Kurd ên Êzidî werdigire

Herêmeke Almanyayê hejmareke keçên Kurd ên Êzidî werdigire

.

A+A-

Biryar e herêma Baden-Wurttemberg a Almanyayê hejmareke din a keçên Kurd ên Êzidî yên rizgarbûyên destê DAIŞê werbigire.

Ew herêm yek ji dewlementirîn herêmên Almanyayê ye û berî niha jî hejmarek ji keçên Kurd ên Êzidî wergirtibûn.

Herêma Baden-Wurttemberg sala 2015an biryar dabû 1000 jinên Kurd ên Êzidî yên rizgarbûyên destê DAIŞê werbigire.

Nadya Murad, hilgira xelata Nobel a Aştiyê, yek ji wan keçan bû ku ji aliyê wê herêmê ve hat wergirtin û alîkarî û hevkarî bo hat kirin.

Li wê herêmê, ew jin ên rizgarbûyên destê DAIŞê çareseriya derûnî bo wan tê kirin ku careke din vegerin nav civakê.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno li ser vê biryarê amaje bi wê kir ku herêma Baden-Wurttemberg xwedî azmûnekê ye ku di mijara keçên Kurd ên Êzidî yên rizgarbûyên destê DAIŞê de, serkeftî bûye û alîkariyeke baş kiriye û “berpirsên Almanyayê şanazî bi vê azmûna herêma Baden-Wurttemberg kirine.”

Zinar Şîno dibêje, her ji ber vê azmûna xwe Baden-Wurttemberg, ew mafe heye ku daxwaz bike hejmareke din a keçên Kurdên Êzidî werbigire ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Peyamnêrê Rûdawê behsa wê yekê jî kir ku Serokwezîrê Herêma Baden-Wurttemberg ji Partiya Kesk e û hikûmeteke hevpeymanî wê deverê birêve dibe.

Zinar Şîno amaje bi projeya herêma Baden-Wurttemberg kir û tekez kir, “Di projeyê de destnîşankirî ye ku ne ji koçberan, lê ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê ye. Azmûn jî nîşan dide kesên hatine wergirtin alîkariya wan hatiye kirin û beşek ji wan kar dikin, beşek ji wan di nav raya giştî de cihê xwe girtine.”

Herwiha Peyamnêrê Rûdawê tekez dike ku ew keçên Kurd ên Êzidî ku hatine wergirtin “derfet bi wan hatiye dayîn ku dikarin malbatên (dayik, bav û xwîşk û bira) xwe jî bibin. Ev biryar tenê mirovî ye û tenê bo kesên rizgarbûyên destê DAIŞê ye.”

Roja Çarşemê, 27/01/2021, Nadya Murad li gel Serokwezîrê Herêma Baden-Wurttemberg Vînfirîd Krêşman civiya.

Serokwezîrê wê herêma Almanyayê di civînê de tekez kir ku ew dixwazin hejmareke din ji wan jinên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin werbigirin, lê hejmareek diyarî ranegihandibû.

Ji bo ku ev biryar pêk were, pêwîstî bi dengdana parlamentoya wê herêma Almanyayê heye ku Serokê Parlamentoyê jî Kurdeke Bakurê Kurdistanê ye bi navê Muhterem Aras.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin