“Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye”

“Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye”

Wezîrê Tendirustîyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye.

A+A-

Wezîrê Tendirustîyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de li Germîyanê ragihand, rewş metirsîdar e û Herêma Kurdistanê di lûtkeya belavbûna vîrusa Koronayê de ye.

Dr. Saman Berzincî dîyar kir, rêjeya mirina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê ji sedî 3.4 e û take çareserî, xwaparastina welatîyan e.

Wezîrê Tendirustîyê dîyar kir, pêwîst e welatî xwe hoyî rênimayên xweparastinê bikin, ta rewşa Koronayê aram dibe.

Ev di demekê de ye, heta niha 10 hezar û 851 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, ji nava wan jî 412 kesan canê xwe jidest dane û 5 hezar û 938 kes jî baş bûne.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin