Hemîd Kilçaslan ji ber Coronayê koça dawî kir

Hemîd Kilçaslan ji ber Coronayê koça dawî kir

.

A+A-

Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kudistanê û Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur Hemîd Kiliçaslan, bi nexweşiya Coronayê canê xwe ji dest da. Ji ber ku nexweşiya koronayê lê giran bû, ew bi Balafira Hawarçûyê veguhestin Enqereyê û li wê derê hatbû entûbekirin.

Siyasetmedarê PDK Bakur Hemîd Kiliçaslan 20 Cotmeha 2020an testa wî ya covid 19ê pozîtîf derketibû û destpêkê li gundê xwe Dêrika Smaîlaxa ku li ser Qosera Mêrdînê ye li malê dihat dermankirinm lê piştî ku efnfeksiyona covid 19ê derbasî nava pîşa wî bû û nexweşiya wî giran bû ew bo Enqerê hatibû veguhestin.

Hemîd Kiliçaslan îro Înê 27ê Mijdara 2020an li Enqerê saet 03:30 di nexweşxaneyê de koça dawî kir.

Hemîd Kiliçaslan kî ye

Di sala 1948’an de li Qosera Mêrdînê li Gundê Smaîl Axa hate dinyayê. Dibistana destpêk, navendî û amadehî li Qoserê xwend.

Di dawiya salên 60î de li Zanîngeha Enqereyê li Beşa Hiqûqê dest bi xwendekariyê kir. Ji ber kar û barên siyasî û endamtiya Partî Demokratîk Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye) ji zanîngeha hate avêtin.

Di sala 1979an de bi awayeke çalaktir li Bakurê Kurdistanê kete nava tevgera PDK Tirkiyeyê. Di dema derbeya 12ê îlonê ya 1980an de neçar ma derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Ji wê derê jî di sala 1983an de derbasî Swêdê bû. Jiyana xwe li Swêdê berdewam kir.

Zewiciye û bavê 6 zarokan bû. Di sala 2017an de piştî Kongreya 12emîn a PDK Bakur ku li Amedê pêk hatibû, weke berdevkê vê tevgerê hate diyarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin