Hemî Maçên NBA jiber Vîrusa Korona Hatin Betalkirin

Hemî Maçên NBA jiber Vîrusa Korona Hatin Betalkirin

Hemî maçên NBA yên mane jiber vîrusa korona hatin betalkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rêvebirîya NBA ew biryara ser betalkirina hemî maçan, demeke kin berî destpêka yarîya Oklahoma City Thunder – Utah Jazz ragihand.

Di daxuyanîya rêvebirîya NBA de hat gotin ku yek ji lîstikvanên Utah Jazz bi vîrusa korona ketîye.

Li gor daxuyanîyê, ew lîstikavanê navê wê nehat eşkerekirin neket salona maçê.

Kanala ESPN da zanîn ku lîstikvanê bi vîrusa korona ketîye Rudy Gobert yê ji Fransa ye û dîyar kir ku hin lîstikvanên din yên Utah Jazz û Oklahoma City Thunder ketine bin çavdêrîyê.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin