Helwesta Rûsya li ser mafên Kurdan di destûra Sûrî de çi ye?

Helwesta Rûsya li ser mafên Kurdan di destûra Sûrî de çi ye?

Li Moskowê panêlek taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê birêve çû û di panêlê de çend mijarên giring hebûn, di nav de jî daxwazên desturî yên Kurdan, herwiha egera encamdana gotûbêjan di navbera Rêveberîya Xweser û Şamê de.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Moskowê panêlek taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê birêve çû û di panêlê de çend mijarên giring hebûn, di nav de jî daxwazên desturî yên Kurdan, herwiha egera encamdana gotûbêjan di navbera Rêveberîya Xweser û Şamê de.

Dîplomat, kurdzan, şarezayên sîyasî û serbazî yên Rûs, û nûnerên dîyasporaya kurd ên li Rûsyayê  di Panelekî de rewşa dawî ya ya Sûrî, navbeynkarîya Rûsyayê ji bo dîyaloga Kurdan û Şamê, raxistine ser maseyê.

Di panelê de gengeşî zêdetir li ser pirsgirêka Kurdî û rola Rûsyayê di garantîkirina mafê destûrî ya Kurdan de kûr dibe. Ji ber ku hem Serok, hem jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê di vê mijarê de çend daxuyanîyên giring  dane.

Rawêjkarê Cîgirê Serokê Civata Federasyonê ya Rûsyayê dîplomatAndrey Baklanov ji Rûdawê re got: “Pêgeha me tê zanîn. Bêyî çareserîya pirsgirêka Kurdî, çarserîyeke rasteqîn, ne pêkan e. Eger çareserî tê xwastin, pêwîste pirsa Kurdî çareser bikin. Em li ser vê pirsê kar dikin, di hêla Destûrê de jî. Lê em nikarin mûcîzeyan biafrînin. Em nikarin li herêmê, rewşeke nû biafrînin. Em dikarin tenê alîkar bin, lê li şûna her du alîyên, em nikarin biryarê bidin."

Rûsya yek ji destpêşxerên damezrandina Komîteya Destûrî ya Sûrî ye, ku ew Komîte vê gavê li ser Destûra nû kar dike. Herwiha  du sal berê Moskow projeyeke destûra Sûrî jî amade kiribû, ku tê de mafê otonomîyê bo Kurdan dihat pêşbînîkirin.

Serokê Beşa Kurdolojîyê ya Enstîtuya Rojhilatzanî ya Rûsyayê Kîrîl Vertyayev jî dibêje: “Belê, li Rûsyayê destûreke hatibû amadekirin. Tê de sîstemeke nû ya dewletê dihat pêşnîyazkirin. Ew proje hêj dimîne. Lê, ji ber ku hikumeta navendî ya Sûrî  dê helwêstê, weke ferzkirina nêrîna Moskowê nirxandin, dîyar e ew proje îro êdî aktuel nîne. Bi nêrîna min, ew mijar dê di proseya gotûbêjan de bê çareserkirin."

Di mijara navbeynkarîya Rûsyayê ya ji bo dîyaloga Kurdan û Şamê de, panelist bawer nînin, ku Moskow garantîyek sîyasî bide Kurdan.

Serokê Komleya Hevkarî û Piştevanîya bi Felê Kurd Yurî Nebîyev jî dibêje: “Rûsyayê ji bo peywendîyên ligel Şamê re ti garantîyek sîyasî bide Kurdan nînin.”

Bi nêrîna jêderên nêzîkî Kremlînê, ji bo Rûsyayê, arîşeya sereke li Sûrî, hebûna hêzên Amerîkî û hevkarîya wan bi Kurda ra ye û derxistina HSDê ji bin bandora Washingtonê, jê re erkeke pêşdatir e.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin