Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Sê Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Sê Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara kesên bi vîrusa korona ketine 3,000,000 derbaz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 3,017,806 pêketîyên vîrusa korona hene.

Amerîka bi hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona, di nav welatên cîhanê de li rêza yekê ye.

Vîrusa korona li Amerîka ketîye canê pirtir ji 970,000 kes û 55,563 kes kuştine.

Li dû Amerîka, bi 229,442 pêketîyan Îspanya, li dû wê jî bi 199,414 pêketîyan Îtalya tê.

Ew vîrusa di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû.

Li Çînê 83,912 pêketîyên vîrusa korona hene û 4637 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin