Heiko Maas: Divê Tirkîyê bo Agirbesta li Sûrîyê li Gor Hiqûqa Navneteweyî Tevbigere

Heiko Maas: Divê Tirkîyê bo Agirbesta li Sûrîyê li Gor Hiqûqa Navneteweyî Tevbigere

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dê ser rewşa Sûrîyê roja Şemîyê serdana Tirkîyê bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dê ser rewşa Sûrîyê roja Şemîyê serdana Tirkîyê bike.

Maas dê bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re bicive.

‘’Ez dê roja Şemîyê serdana Enqerê bikim û bi awayekî zelal bibêjim ku divê Tirkîyê li Sûrîyê bo agirbestê û penaberên li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û li şûna ku zararê bide peyvajoyê sîyasî divê piştgirîyê bide wê’’ Maas got.

Wî ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê jî da zanîn ku ew li gor hiqûqa navneteweyî ne rêwa ye.

Wezîrê Alman dîyar kir ku divê Tirkîyê leşkerên xwe bi şûnde vekişîne û ameje kir ku Amerîka bi vekişîna leşkerên xwe rê li ber operasyona Tirkîyê vekiriye.

Maas berê jî operasyona Tirkîyê rexne kiribû û bang li Enqerê kiribû ku operasyonê bi dawî bike.

 

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin