HDP bi partiyên din re jî civiya

HDP bi partiyên din re jî civiya

Şandeya HDPê li Hewlêrê bi nûnerên 30 partî û aliyên siyasî re civînê li dar dixe. Di civînê de wekî mijarên sereke yekîtiya neteweyî ya kurd û rewşa Efrînê derket pêş.

A+A-

Şandeke Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi serokatiya Hevseroka HDPê Perwîn Buldan li bajarê Hewlêrê yê paytexta Kurdistanê ligel piraniya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civînê birêve dibe.

Di nav şandeya HDPê de parlamenterên wê partiyê Osman Baydemir, Feleknaz Uca û Îmam Taşçier parlemantarên HDPe û nûnerên HDPê yên li Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abîd lke cih girtin.

Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnik Kurdistanê nûnerên 30 partiyên Herêma Kurdistanê beşdarî civînê bûne û di civînê de yekîtiya neteweyî ya kurd û rewşa Efrînê bûne mijarên sereke.

Herwiha tê payîn ku şandeya HDPê roja duşemê serdana bajarê Silêmaniyê jî bike û ligel berpirsên siyasî û şandeyên partiyên siyasî yên li Silêmaniyê hevdîtinan bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin