Hatinûçûna koçber û penaberan hat qedexekirin

Hatinûçûna koçber û penaberan hat qedexekirin

Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê çûn û hatina koçber û penaberên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, qedexe kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta navxwe ya Kurdistanê di çarçoveya pilana berhingarbûna nexweşîya Koronayê de ferman da tevahîya parêzgeh û rêveberîya deverên Germîyan û Raperîn yên Başûrê Kurdistanê hatin û çûna penaber û koçberên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, bo derveyî Kurdistanê bidin sekinandin.

Di fermannameya wezareta navxwe de hatîye gotin, ji bo xwe parastina ji nexweşîya Koronayê û pêşgîrtin li belavbûna wê nexweşîyê, hatin û çûna koçber û penaberan bo derveyî Herêma Kurdistanê û vegera wan bo nav Kurdistanê bidin sekinandin.

Wezareta navxwe daye zanîn, ev rewş dê heta fermanek din bidome.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin