Gundekî Dêrsimê 8 sal in bê elektrîk e

Gundekî Dêrsimê 8 sal in bê elektrîk e

.

A+A-

 Akinciyên gundê Malmekirek li parêzgeha Dêrisma Bakurê Kurdistanê, ev 8 sal in bê elktrîk in.

Ev gund ku ser bi bajarokê Pulur e,di sala 1994an de jiber şerê navbera PKK û Tirkiyê hatibû valakirin û xelkê wî jî derebider bibûn.

Ezîme Aktaş, welatî, dibêje, “Elektrîka me nîne, sarinc nîne, em ji çêkirina nan, şûştina cilan bêzar bûn. Em pîr û nexweş in. Cîhan bo em tarî ye. Ma em di çi heyamê de dijîn! Di vê tariyê de em çi bikin.”

Beşekî akinciyên resen ên vî gundî, jiber zehmetbûna jiyanê li bajaran vegeriyane warê xwe, lê xerabbûna rê û piran, nebûna av û elktrîkê alozî bo wan çêkirine.

Xedîce Soylo, welatî, dibêje, “Elektrîk girîng e. Ev gund brî çend salan hat şewitandin û valakirin. Em çûn bajarên din û paşê vegeriyan gundê xwe, lê elektrîk nîne. Em nikarin cilên xwe bişon, ajelan xwedî bikin. Ji ber nebûna elektrîkê em, dikirin. Gundê me xweş e û em naxwazin biçin cihekî din.”

Bo kesekî asayî jiyana bê elktrîk li vî gundî zehmet e, lê bo kesekî xwedî pêwîstiyên taybet zehmetî du qat dibe.

Guler Soylo ku xwedî pêdiviyên taybet e, dibêje, “Ez nexweş im û ji ber ku kêmendam im, nikarim cil û firaqan bişom. Jiyana li bajar zehmet bû, lewma em hatin gund. Bila elektrîk bi gundê me bê dayîn.”

Akinciyên vî gundî nikarin amûrên elktrîkê bikar bînin. Li ser tifikê xwarinê amade dikin û bi dest cilûbergên xwe dişon. Herwiha ji egera êrîşa hirçan ditirsin. Xelkê gund bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariya bilez ji karbidestên navçeyê dikin.

Cewahir Mor, welatî, dibêje, “Berî 27 salan gundê me hat valakirin. Em vegeriyan gundê xwe lê elektrîk, av û rê nîne. Ji êrişa hirçan ditirsin. Her der tarî ye. Em ji tirsa nikarin derkevin û ji neçarî zû radikevin.”

Li gor raporta warê neasayî ya parêzgeha Dêrsimê ku sala 1997an hate belavkirin, jiber şerê navbera grîlayên PKK û artêşa Tirkiyê, sala 1994an ji tevahiya 183ê gundan, 823 çewlîgên Dêrsim, 8 hezar û 439 mal hatine valakirin, û 41 hezar û 939 kes bo parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û derveyî welat koçber bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin