'Grûpên çekdar li Efrînê Kurdan neçar dikin ku zeviyên xwe bifiroşin'

'Grûpên çekdar li Efrînê Kurdan neçar dikin ku zeviyên xwe bifiroşin'

.

A+A-

 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê radigihîne ku grûpên çekdar ên nêzîk li Tirkiyê zext û guvaşê li Kurdan dikin ku zeviyên xwe bifiroşin û kesên ku vê yekê red dikin jî dest bi ser zeviyên wan de tê girtin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, kesekî bi navê Mihemed Casim ku wek Ebu Emşe tê naskirin û fermandarê grûpa Sultan Silêman e û hêzên wê grûpê li bajarokê Şiyê bicih bûne, li jêr gefên çekdarî guvaşê dixin ser Kurdan ku rûniştvanên resen ên herêmê ne bo ku zeviyên xwe bifiroşin û neçar dikin belgeyên firotina zeviyan îmze bikin.

Îbrahîm Şêxo got, roja 11ê Nîsana 2021, Ebu Emşe gef li 7 hemwelatiyên Kurd ên xelkê gundê Qermetleq xwarin ku dest bi ser zeviyên wan de bigire. Ew zevî jî dikevin ser rêya sereke ya gund li nêzikî binkeya tendirustî li wî bajarokî.

Lê Ebu Emşe ji ber ku hemwelatiyan, ew yek red kirin û belge îmze nekirin, bi rêya şaredariyê nivîsa destbisergitina zeviyan nîşanî wan da û hemwelatî neçar kirin ku girêbesta firotinê îmze bikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar jî kir, bi hemahengî li gel dezgeha AFAD a Tirkiyê û bi sponsoriya Qeter û palpiştiya hikûmeta demkî ya Sûriyê, li herêmê bi piştgiridan bi rêkeftinên ciyawaz ên herêmî û navdewletî, yekeyeke niştecihbûnê ya taybet bo koçber û penaberên Sûrî yên deverên din li ser rûberê 40 donim zevî tê avakirin ku 200 xaniyan li xwe digire.

Îbrahîm Şêxo ragihand, grûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê, ji aliyê rêxistinên xêrxwaziyê yên nêzikî Îxwanî Muslimîn ve alîkariyên darayî yên mezin werdigirin ji bo kirîna zeviyên hemwelatiyên Kurd li Efrînê û ew dixwazin proseya Erebkirina wê herêmê berdewam bikin û 4000 ta 5000 Ereb û Tirkmen li ji navçeyên din bo Efrînê hatine veguhastin.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê, navên wan hemwelatiyên Kurd jî aşkere kir ku di bin gef, zext û guvaşa çekdaran de hatine neçarkirin dest ji zeviyên xwe berdin;

Cemîl Mihemed Hacî Îbrahîm Şêxo, li çûna bavê xwe yê koçkirî destberdayî 6000 hezar metre zevî ye

Cemîl Xelîl Şêxo, Ferîdê kurê wî li şûna wî îmze kiriye ku dest ji 9000 metre zevî berde

Yûsif Henan Mehmo, destberdayê 2000 metre zevî

Şêx Husên ê naskirî bi Xoce, destberdayê 7000 metre zevî

Ehmed Mistefa naskirî bi Ehmoyê Mistê destberdayê 7000 metre zevî

Reşîd Silêman naskirî bi Reşkur, derstberdayê 2000 metre zevî

Mihemed Elî Mistefa, destberdayê 6000 metre zevî

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin