Graham: Amerîka ji cezakirina Tirkîyê nêzîk dibe

Graham: Amerîka ji cezakirina Tirkîyê nêzîk dibe

Senatorê Komarîyan Lindsey Graham ragihand ku projeyasaya li Encûmena Nûneran a Amerîkayê ‎hatîye qebûlkirin ne derbarê S-400an de ye, lê bi dagîrkirina Sûrîyê ji alîyê Tirkîyê ve girêdayî ye.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Senatorê Komarîyan Lindsey Graham, da zanîn ku wiha plan dikin hefteya bê versîyoneke projeyasaya ‎cezakirina Tirkîyê ji ber êrîşa wê bo ser bakurê rojhilatê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) ku 29ê Cotmehê li ‎Encûmena Nûneran a Amerîkayê hatibû qebûlkirin, bînin Senatoyê.‎

Graham li avahîya Kongreyê bersiva rojnamevanan da û li ser pirsa ‘Gelo çima cezakirina Tirkîyê wiha ‎demeke zêde paş dikeve? Serok Trump li beramber Erdogan gelekî xweşbîn e?’ got: “Bi bawerîya min ‎êdî dema wê hatîye hinek tiştan bikin. Min hewl da demê bidim daku Tirkîye û Koşka Spî meseleya S-‎‎400an çareser bikin, lê wiha dixuye pêvajo pêşve naçe û paşve diçe.”‎

Graham da zanîn, ku projeyasaya li Encûmena Nûneran a Amerîkayê hatîye qebûlkirin, ne derbarê S-‎‎400an de ye, lê bi dagîrkirina Sûrîyê ji alîyê Tirkîyê ve girêdayî ye û got: “Wiha difikirin hefteya pêşîya ‎me versîyoneke projeyasaya Encûmena Nûneran bixin rojeva xwe. Ez dixwazim projeyasaya ‎Encûmena Nûneran wek xwe derbas bikin û pêşkêşî Serok bikin ji bo îmzekirinê, ji ber li gor min proje‎yasayeke baş e. Emê bibînin ka Serokê Komisyona Peywendîyên Derve ya Senatoyê James Risch dê çi ‎bike.”‎

Encûmena Nûneran, ji ber êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûrîyê proje‎yasaya cezakirina Tirkîyê li beramber 16 dengên Na bi 403 dengên Erê qebûl kiribû.

Têkildarî cezakirina Tirkîyê, Lindsey Graham û Senatorê Demokratan ‎Chris Van Hollen doh nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re nivîsîbûn û daxwaz ‎kiribûn ku êdî Tirkîye bê cezakirin.‎

Herdu senatoran di nameya xwe de tekezî li ser wê yekê kirine, ku ji ber Tirkîyê sîstema berevanîyê ya S-400 ji Rûsyayê ‎kirîye, êdî divê were cezakirin û eger ceza neyê ferzkirin, ev yek bo welatên din dê bibe “peyameke ‎metirsîdar.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin