Gotina stranên Kurdî li Tirkîyê tê qedexekirin

Gotina stranên Kurdî li Tirkîyê tê qedexekirin

Vê carê komeke muzîkê ya muxalîf bi navê Munzur, ji ber ku "Serhilan Jîyane" û" Zindana Dîyarbekir" du stranên bi zimanê Kurdî xwendin, ji alîyê dadgeha Wanê ve bi 10 mehan hatin sizakirin.

A+A-

 

Azad Altun

Roj nîn e ku li Tirkîyê derbarê zimanê Kurdî de dozek venebe yan jî qedexeyek neyê ragihandin. Vê carê komeke muzîkê ya muxalîf bi navê Munzur, ji ber ku "Serhilan Jîyane" û" Zindana Dîyarbekir" du stranên bi zimanê Kurdî xwendin, ji alîyê dadgeha Wanê ve bi 10 mehan hatin sizakirin.

Ji roja ku komara Tirkîyê ava bûye heta roja îro zimanê Kurdî bi qedexeyan û sansûrên ku li serê ten kirin tê rojevê. Hejmara dozên ku li dij sîyasetmedar û, hunermendên Kurd, digel beşên din ên civakê hatine vekirin nedîyar e. Bi tenê yan ji bo ku bi Kurdî axivîne yan jî bi Kurdî stran gotine bi 10 hezaran kes hatine darizandin û girtin.

Vê carê jî Koma Munzur ku ev 28 sal in muzîka muxalîf çêdikin ji ber ku di Newroza 2017an de li Wanê "Serhildan Jîyan e","Zindana Dîyarbekir" dû stranên bi Kurdî gotine deh meh sizayê girtinê li wan hate birîn. Eger ev kom heta 5 salan wan her du stranên Kurdî bêje wê dadgeh sizayê taloqkirî karîger bike û wan bixe girtîgehê. Solîsta Koma Muzur Buket Şîmşek ku siza bo wê hatîye dayîn dibêje; ji bo ku wan stranên bi Kurdî xwendine hatine sizadan. Ew ê gava xwe bipaş de neavêjin û hê zêdetir stranên Kurdî bixwînin.

Solîsta Koma Muzur Buket Şîmşek ji K24ê re got: "Bi sedan sal in zilm û zorek heye li ser Kurdan. Desthilat jî dixwaze civakeke yek reng ava bike. Ev desthilat ji ber ku di her warî de ji hêza Kurdan ditirse, her cûre rêbazên çewsandinê li dij wan bikar tîne. Nasnameya Kurdan, zimanê Kurdî û gelê Kurd mînaka li dijbûna modela civaka yekdeng ya pergala desthilatê ye. Nasnameya Kurdan simbola dijbûna wê pergala yekdeng ya desthilatê ye. Zordestîya li ser Ermen, Ereb û civakên din li ser Kurdan jî tê meşandin. Em ê stranên xwe yên bi zimanê Kurdî, Erebî û Ermenkî her bibejin û ji ser vê rêya xwe jî venagerin."

Endamê din yê komê Sedat Yîgît jî dide zanîn, Koma Munzur li dijî hûnera popûler, ji bo bilindkirina hûnera gelên bindest wê têkoşîna xwe berdewam bike; ji ber ev kom dengê gelê Kurd, Ermen û neteweyên din yê bindest e.

Solîstê Koma Munzur Sedat Yîgît dibêje: "Dewlet her car bi polîtîkayên parçekirin û tunekirina nasnameyan, dixwaze ji bilî xwe dengekî cûda nehêle. Ji ber wê yekê 2 sal berê ji bo me 2 stranên Kurdî gotin dewletê hevkarên koma me siza kirin. Em ê tû carî dev ji gotina stranên Kurdî û zimanên din bernedin. Koma Munzur ji Kurdan bigirin heta Ermanan dengê hemû gelên bindest e."

Sê endamên Koma Muzur ku yek ji wan Buket Şîmşek e û yê din jî Burak Îlkîz û Selçûk Çelîk in ji ber stranên Kurdî gotine hatine sizadan. Lê ev kom di sala 2008an de jî li Xozata Dêrsimê ji bo ku di konserteke xwe de bi zimanê Kurdî strana bi navê "Lêxe Gerîlla Lêxe" dixwînin hemû endamên wê bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê" tên sizadan.

 Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin