Girtîyek piştî nêzîkî 300 rojan girêva birçîbûnê mir

Girtîyek piştî nêzîkî 300 rojan girêva birçîbûnê mir

Li Tirkîyê girtîyek ku nêzikê 300 roj bûn di girêva birçîbûnê de bû, canê xwe ji dest da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Zindanîyê bi navê Mustafa Koçak ku li Girtîgeha Şakranê ya li Izmîrê dema 297 rojan bû di girêva birçîbûnê de bû, canê xwe ji dest da.

Mustafa Koçak ji bo ku bi awayekî dadperwerane were darizandin, ketibû gireva birçîbûnê.

Koçak ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê ve hatibû tohmetbarkirin ku di kuştina dozgerekî bi navê Mehmet Selîm Kîraz de dest hebûye, ku di 31ê Adara sala 2015an de li Stenbolê hatibû kuştin.

Tohmeta Koçak ew bûye, ku çek daye herdu bikujên dozger Mehmet Selîm Kîraz û ji ber wê jî 27mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di 11ê Tîrmeha 2019an de cezayê zindanîkirina heta hetayê bi ser wî de sepandibû

Di îddianameya li dijî Koçak de hatibû gotin, ku ew endamê rêxistina çepgir a tirkan DHKP-C bûye, ku hikûmeta Tirkîyê ew rêxistin xistîye nava lîsteya xwe ya terorê.

Parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê, Omer Faruk Gergerlioglu di derbarê mirina wî zindanîyê han de li ser twittera xwe ragihandîye, daxwaza Mustafa Koçak tenê ev bû ku dengê wî were bihîstin û bi awayekî dadmendane were darizandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin