Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye

Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye

.

A+A-

 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî yê ji ber gotina “Ew ji bo Ahmet diçin” a di qeydên telefonê de 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin, 10 meh in girtiye. Kurê  Karaş Şerîf Karaş ji bo bavê xwe serî li ÎHD’ê da û got, bavê wî nikare bi tena serê xwe bijî û li xwe mêze bike. 

Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî yê li gundê Herîdan a girêdayî navçeya Pîran a Amedê rûdinişt, 10 mehin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di sala 2011’an de, derbarê Karaş û 22 kesan de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” îdîaname amadekiribû. Dozger di îdîanameyê de, cih dabû qeydên axaftina telefonê yên di navbera du kesan de û ji ber gotina “Ew ji bo Ahmet diçin” doz li Karaş vekiribû. Di sala 2014’an de, doza Karaş li 2’yemîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Karaş birî. Dadgeha Bilind di sala 2018’an de cezayê Karaş erê kir. Karaş berî 10 mehan li gundê Herîdan hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin.

KEZEBA WÎ JI 3 YAN 1 JÊ DIXEBITE

Kurê Karaş Şerîf  Karaş, derbarê rewşa bavê xwe de axivî û wiha got: “Sûcdariyên di îdînameya bavê min de cih girtin, hemû bêbingehin û ne  di asta cezakirinê dene. Ez jî bi heman sûcdariyan hatim dariznadin, lê min beraet kir. Nexweşiyên şeker û KOAH bi bavê min re hene. Qapaxa dilê wî hatiye guhertin, kezebawî ji 3’yan 1 jê dixebite. Bavê min ji ber nikare bi tena serê xwe bimîne. Pêdiviya wî bi lêmêzekirinê heye.” 

BI GOPAL RÊVE DIÇE 

Karaş, dest nîşan kir ku nexweşiya bavê wî girane û wiha bilêv kir: “Rayedarên girtîgehê di 8’ê Adarê de, bavê min bi awayekê kelepçekirî rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Piştî mûayeneya 15-20 deqeyan cardin paşve birin girtîgehê. Ji ber nexweşiyê, rûyê wî werimîbû. Her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Di van şert û mercan de nikare bi tena serê xwe bijî. Nikare li xwe mêze bike. Hevalên wî yên di girtîgehê de alîkariya wî dikin. Di nava 10 mehan de, encex me 3 caran karî em wî bibînin. Ji ber ku wî anîn nexweşxasneyê, niha di odeya karantînayê ya yek kesî de dimîne.”

SERÎ LI ÎHD’Ê DA

Karaş ê got, ji ber extiyariyê, gelek nexweşiyên bavê wî hene, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê da û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir.   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin