Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da

.

A+A-

Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtiyê nexweşê pençeşêrê Hadî Yalçin ê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî ji malbatê re hat dayîn, malbat ber bi girtîgehê ve bi rê ket.  Yalçin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ji 4 salî zêdetirbû girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Hat zanîn ku serlêdanên daxwazên berdana Yalçin her tim hatine redkirin.
 
Hat diyar kirin ku malbata Yalçin wê cenazeyê kurê xwe bibe Şirnexê û li ser bispêre axê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin