Girtî wê heta 15 Gulanê nikaribin bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin

Girtî wê heta 15 Gulanê nikaribin bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin

Wezareta Dadê ya Tirkîyê biryar daye ku hemû hevdîtinên li girtîgehan ên girtîyan û yên bi malbatên wan re, şandina girtîyan ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din heta 15ê Gulanê hatine sekinandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Dadê ya Tirkîyê bergirîyên li girtîgehan ên ji bo vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê heta 15ê Gulanê dirêj kirîye.

Wezareta Dadê ev biryar li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kirîye. Li gorî vê biryarê hevdîtinên bi parêzeran jî tê de hemû hevdîtin, mafê destûra taybet ê girtîyên li girtîgehên vekirî, xebat û hevdîtinên di navbera girtîyan de, yên ji ber nexweşxane û bi sedema ewlehîyê ne tê de şandina girtîyan ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din heta 15ê Gulanê hatine sekinandin.

Her weha heta heman dîrokê odeyên hevdîtinên bi malbatan re, zarokên tu temenê wan di navbera 0-6ê de ne û li girtîgehan li cem dayikên xwe dimînin wê nikaribin biçin kreş û pêşdibistanan. Ew ê destûrî nedin ku xizm û nasên van zarokan wan ji girtîgehan derxin û bibin malên xwe.

Malbat di rewşên zerûrî de wê bi destûra dozgerîyan bikaribin serdana girtîyan bikin. Dîsa di rewşên mecbûrî de parêzer bi şertê ku maskeyê bidin ber deve xwê û lepikan bixin destên xwe wê bikaribin hevdîtinên girtî pêk bînin.

Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê piştî civîna Lijneya Zanistê di 13ê Adarê de bergirîyên li girtîgehan aşkere kiribû. Ev biryar di 28ê Adarê de ji bo du hefteyan hatibû dirêjkirin. Piştî wê jî biryar hatibû girtin ku heman bergirî heta 30ê Nîsanê berdewam bikin.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin