
Girê Melidê li Bakurê Kurdistanê kete lîsta UNESCO ya Mîratên Cîhanî
.
Komîteya Mîratên Cîhanî ya rêxistina UNESCOyê roja Duşemê 7 cihên nû li cîhanê xistin di lîsta xwe ya Mîratên Cîhanî de, ku yek ji wan Girê Melidê li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ye.
Li gorî ku UNESCOyê li ser malpera xwe belav kiriye, çar ji wan cihan ji ber teybetmendiya wan a xwezayî hatine helbijartin, ew jî: Girava Amamî-Oşîma, Çirava Tomonoşîma, beşê bakur ji Girava Okînawa û girava Iryomotêh li Japonê ne, li gel navçeyên avî yên kêş û vekêşê yên Korî yên Gîtbol, Daristanên Kayîng Kraşan li Thailand û Daristanên Kolşîd li Gorcistanê.
UNESCOyê sê cihên din jî jiber taybetmendiya wan a kulturî helbijartine, wek Girê Melidê li Bakurê Kurdistanê, Hêla berevaniya Amsterdam ku bi hêla berevaniya avê ya Holendî tê naskirin, li gel mêtingehên xêrxwaziyê li Belcîka û Holandayê.
Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê têkildarî tomarkirina Girê Melidê di Lîsta Mîratên Cîhanî ya UNESCO de ragihand, “Girê Melidê yê 4 hezar sal berî zayînê, ku guherînên bingehîn di pêvajoya damezrandina dewletê de di civakên Mezopotamyayê de nîşan dide, bi biryara bi biryara ku di 44.emîn civîna Komîteya Mîratên Cîhanî de hat dayîn, wek cihekî mîrata cîhanê hat qebûlkirin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand, “Arslantepe (Girê Melid), ku di sala 2014 de li Lîsteya Mîrata Demkî ya Tirkiyê di UNESCO de hate zêdekirin û dîroka wê vedigere bo nêzîkî 6 hezar sal berê, wek navendek olî û çandî tê qebûlkirin ku yekem damezrandina dewleta destpêkê di erdnîgariya me de derket holê. Bi tomarkirina Arslantepe (Girê Melid) li welatê me hejmara şûnwarên di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCO de gihîşte 19an.”
Herwiha UNESCOyê çar cihên din ên nû yên kulturî yên li Hindistan, Çîn, Îran û Spanyayê xistin nav lîsta xwe.
Komîteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê di gera xwe ya 44mîn de li bajarê Fotşo yê Japonê, li ser Internetê civînên xwe birêve dibe ku dê heta 28ê vê mehê berdewam bin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin