Generalê Amerîkî: Em alî Tirkiyeyê nakin da ku li PKKê bixe

Generalê Amerîkî: Em alî Tirkiyeyê nakin da ku li PKKê bixe

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Esmanî yên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê, Andrew Croft ragihand, ew di êrişên esmanî yên Tirkiyê yên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de alîkariya Tirkiyeyê nakin.

A+A-

Doh Çarşemî 28ê Adarê, di konfranseke çapemeniyê de Andrew Croft derbarê êrişên Tirkiyê bo ser PKKê, rewşa Şingalê û herwiha rewşa dawî û geşedan li Sûriyê de axivî û got:

“Her operasyonek ku Tirkiye li bakurê Iraqê pêk tîne, ev yek mijarek e ku hikûmeta Tirkiyê bi tekezî hemahengiyê li gel hikûmeta Iraqê dike”.
 
Croft, got “ya ku Tirkiye li bakurê Iraqê pêk tîne, hevkariya navbera hikûmetekê li gel hikûmeteke din e û Hevpeymanî têde beşdar nîne”.

 

Gotina Croft li ser êrişên Tirkiyê yên li bakurê Iraqê di demekê de ye, ku di wan demên dawî de Artêşa Tirkiyê hem ji esman û hem jî li bejahiyê dest bi operasyonan kiriye û herî dawî roja 21ê Adarê di encama êrişeke firokeyên cengî yên Tirkiyê de li qezaya Çomanê ya Herêma Kurdistanê 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.

 

Derbarê rewşa navçeya Şingalê û geşedanên wê de jî, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Esmanî yên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê da xuyakirin, ew “bi awayekê zelal û diyarkirî nizanin, ku gerîlayên PKKê li kudera Şingalê ne, lê belê welatên Hevpeymaniyê di şerê li dijî DAIŞê de ne û naxwazin êrişî ser PKKê bikin”.

 

Andrew Croft derbarê bicihkirina hêzên Iraqê li Şingalê de jî destnîşan kir, “ev yek vedigere bo helwesta hikûmeta Iraqê, ku aya ji bo seqamgîrkirina navçeyê dê hêzên xwe bibe Şingalê yan na”.

 

 

Croft herwiha li ser rewşa Sûriyê û bi taybet geşedanên li bakurê Sûriyê û rojhilatê çemê Firatê jî axivî û ragihand, “hêzên Artêşa Rûsyayê ji rojavayê Sûriyê ve hatine rojavayê Sûriyê û komî ser hev bûne, lê ji bo ku em rê li ber her bûyeke nexwestî bigirin, em bi awayekî profesiyonel kar dikin”.

 

Bi gotina Croft, ji bo ku alozî di navbera hêzên Hevpeymaniyê yên bi serokatiya Amerîkayê û hêzên Rûsyayê de dernekeve, ew bi awayekê berdewamî bi rêya çendîn kanalên peywendîkirinê bi wan hêzan re di têkiliyê de ne.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin