Gelo Kurdistan tenê doza Barzanî ye?'

Gelo Kurdistan tenê doza Barzanî ye?'

.

A+A-

Li Tirkiyê karvedanên derbarê wê pula di dema serdana Papa Francis de bo Hewlêrê hat nîmayîşkirin û nexşeya Kurdistanê li ser bû berdewam in. Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê li têkildarî mijarê got, “Ji Barzanî bipirsin ji me nepirsin” û Siyasetmedarê Kurd Sidki Zîlan jî dibêje, “Ev helwêsteke birîndarker e. Gelo Kurdistan tenê doza Barzanî ye?”

Seroka ÎYÎ Partî roja Çareşembê di civîna fraksyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê tabloya wê pulê û nexşeya Kurdistana mezin bilind kirin û rexneyên dijwar li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtin ji ber wê ku ti karvedanek pêşan nedaye.

Meral Akşener, Seroka ÎYÎ Partiyê dibêje, “Ev qaşo nexşeya Kurdistanê ye. Di vê nexşeyê de çi heye? Ji xeynî Bakurê Iraqê, beşek ji Başûrê Rojhilatê Anadol û Rojhilatê Anadolê heye. Eger bê bîra we rêzdar Erdogan di hilbijartinên xwecihî de ji welatiyan re digot, waye Kurdistan li wê derê li Iraqê ye, eger ne bi dilê te ye biçe wê derê. Ji vê fam dikin, li gor birayekî din ê can bi cane rêzdar Erdogan, Kurdistan ne ewder e. Wate li gor Barzanî ku Erdogan li Diyarbekir şahî bo wî gerand, ya rast Rojhilatê Başûrê Anadolê Kurdistan e. Wiha diyar e hevbeşê wî yê biçûk jî ji niha û şûnde bi wê pulê name ji hevalê xwe yê li Îmraliyê re dişîne.”

Nexşeya Kurdistana mezin, Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî anî ser xetê, twittek belav kiriye û tê de nivîsiye: “Ti kesek nikare li ser wê pula çapkirî ya di serdana Papa bo Bakurê Iraqê de ku nexşeya bi navê Kurdistanê li ser e, tiliya xwe bo me bihejîne. Ew nexşeya zelîl eslen di bin piyê me de ye. Ew jî ku ligel cudaxwaz û terorîstan diçin nav heman çarçoveyê û hevpeymaniyê pêk tînin, zîllet in.”

Heman rojê li parlamentoyê derbarê wê pulê de ku wêneyê nexşeya Kurdistana mezin li ser e, birsyar ji Wekîla Serokê Fraksyona Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin.

Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê dibêje, “Barzanî daye, ya baş ew e hun wê ji Barzanî bipirsin. Derencam di dîrokê de nexşeyên wiha hene, car car jî tên dîtin. Derbarê nexşeyê de wek min amaje pê da divê ew pirs ji wî aliyê peywendîdar bê kirin ku nexşe daye Papa. Ya rast ew ne mijareke me gotûbêj li ser kiribe.”

Bersiva Meral Daniş Beştaş bû sedema reaksyona gelek Kurdên Bakurê Kurdistanê. Siyasetmedar û Yasanasê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Sidki Zîlan ku berê berdevkê Hereketa Azadî bû, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Helwêsta duh a Meral Akşener li parlamentoyê ku nexşeya Kurdistanê pêşan da, baştir e ji helwêsta Merala me. Dema daxwaza deng dikin dibên Kurdistan, ku li parlamento jî diaxifin dibêjin pirsyarê ji Barzanî bikin, ev helwêsteke birîndarker e. Gelo Kurdistan tenê doza Barzanî ye?”

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Çarşemê daxuyaniyek belav kir û ew pula nexşeya Kurdistanê li ser bû wek şaşîtiyeke metirsidar bi nav kir û daxwaza ronkirineke bilez ji Herêma Kurdistanê kir.

Piştî Tirkiyê, Îranê jî derbarê pula Papa Francis de nerazîbûna xwe anî ziman û Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê îddîa kir ku tişta belav bûye berevajiya prensîp û rêkarên navdewletî ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin