Fransayê ji ber Koronayê biryara girtina hemû navendên xwandinê da

Fransayê ji ber Koronayê biryara girtina hemû navendên xwandinê da

Piştî ku wezîrekî hikûmeta Fransayê bi vîrusa Koronayê ket, Serokê Fransayê Emmanuel Macron biryar da ku ji roja 16ê Adarê ve tevahîya dibistan û zanîngehên li wî welatî bêne girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Emmanuel Macron ragihand: “Em niha di destpêka belavbûna şewbê de ne, ku bi lezeke zêde û bi hêzeke mezintir belav dibe”.

Serokê Fransayê daxwaza ji kesên bi temen ên welatê xwe û kesên ku nexweşîyên demdirêj bi wan re hene, kir ku “ji malên xwe dernekevin û xwe biparêzin”.

Macron dîyar kir, ew naxwaze hilbijartinên şaredarîyan paş bixe ku biryar e heftîya bihê bihên lidarxistin û ragihand: “Em hilbijartinan paş naxin, em pişta xwe bi rihê berpirsyarîya hemwelatîyên xwe girêdidin, herwiha bawerîya me bi Wezareta Navxwe heye ku bi awayekê çalak binkeyên hilbijartinan amade dike.”

Serokê Fransayê dibêje, li gel tevahîya wezaretan û hêzên opozisyonê behsa rêkar û tedbîrên ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê hatîye kirin.

Li Fransayê hetaniha 2 hezar û 284 kes tûşî vîrusa nû ya Koronayê, COVUD-19 bûne û ji wê hejmarê 48 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha ji destpêkê ve hetaniha 12 nexweşên vîrusa Koronayê jî li Fransayê baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin