Fransa: Ji têkçûna rewşa Rojhilata Navîn tenê DAIŞ jê sûd dibîne

Fransa: Ji têkçûna rewşa Rojhilata Navîn tenê DAIŞ jê sûd dibîne

Wezîrê darayî yê Fransayê Bruno Lemayr ragehand, ji ber têkçûna rewşa Rojhilata Navîn tenê DAIŞê jê sûd dibîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan-  Wezîrê Darayî yê Franasayê daxwaz ji Emanuêl Macron, Borîs Johnson û Angêla Merkel dike, kar ji bo aram kirina rewşa Rojhilata Navîn bikin û dibêje, nearamîya li wê navçeyê, gefa terorê liser Ewrûpayê jî, zêdetir dke.

Wezîrê darayî yê Fransayê Bruno Lemayir got: Divê tim ev pirsyar bê kirin, kî sûd ji nearamî û neseqamgirîyê dibîne?  Na aramîya Rojhilata Navîn tenê di berjwendîya yek rêxistinê de ye, ew jî DAIŞ e. Dixwazim daxwaz ji serok Makron,  serok wezîrê Brîtanîyayê û şêwirmenda Almanyayê dûbare dikim bo vegerandina seqamgirî û aramîyê, ji ber nearamî gefa terorê bo ser Fransa û Ewrûpayê zêde dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin