Fermandarekî Pêşmerge li Kuleco: Pêşmerge dawî bi tevgera çend kesekan anî

Fermandarekî Pêşmerge li Kuleco: Pêşmerge dawî bi tevgera çend kesekan anî

.

A+A-

 Fermandarê Pêşmerge li eniya Kuleco aşkera kir, bi rêya kamerayên şevê ve tevgera çend kesan hate aşkera kirin û Pêşmerge li wan da û dawî bi tevgera wan hat.

Îro 01.03.2021ê cîgirê lîwaya 3 ya piyade ya wezareta Pêşmerge li eniya Kuleco Emîd Cimûr Rostem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro ber bi sibehê ve hêzên me bi rêya kamerayê germî yên şevê ve tevgera çar kesan agahdar bû, piştre jî ji aliyê Pêşmerge ve gule li wan hatin berdan û tevgera wan bi dawî bû.’’

Herwaha diyar kir, aşkera nebûye ew kesane çekdarên DAIŞê bûn yan ên grubeke din ên çekdar bin, lê piştî ku Pêşmerge gule li wan berda reviyan û li navçeyê neman.

Cîgirê fermandarê lîwaya 3 ya piyade ya wezareta Pêşmerge ragehand: ‘’Hêzên me piştre jî lêgerîn li wan cîha dikin ku ew kesane lê hatine dîtin û hemwelatiyan piştrast jî dikin ku rê ji tevgera teroristan re nadin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin