
Ezaz û baregeha Tirkî ya li Eyn Îsa bi hemwextî hatin bombebarankirin
.
A+A-
Li Eyn Îsayê, do bi şev balafireke şer ku nayê zanîn a kîjan dewletê ye, baregeheke leşkerên artêşa Tirk, li derdora gundên Seyda û Mielek ên navçeyê bombebaran kir.
Herwiha hemwextî vê êrîşa Eyn Îsayê, balafirên şer ku tê texmînkirin ên Rûsyayê ne, gundên Kefer Xeşer û Merîmiyê yên girêdayî bajarê Ezazê bombebaran kirin.
Têkildarî encamên her du bombebaranan jî, tu agahî nehatin bidestxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin