Ewil kuştin niha jî gefan dixwin

Ewil kuştin niha jî gefan dixwin

Li Efrînê çekdar gefa kuştinê li malbata Melek Nebîh dixwin

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di daxuyanîyê de aşkere kir çekdarên opozîsyona Sûrîyê yên keça bi navê Melek Nebîh Cuma qetilkiribûn gefa kuştinê li malbata wê jî dixwin.

Roja sêşemê 09.06.2020an Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrîyê daxuyanîyeke nivîskî derbarê qetilkirina keça bi navê Melek Nebîh Cume belav kir.

Di daxuyanîyê de hatîye aşkerekirin di encamê şopandina me ya ji hûrgilîyên mijarê de, me bi hin çavkanîyên ji hundir re têkildarî danî. Çavkanîyan dîyar kirin ku çekdarên koma El-Nuxbe ya girêdayî Firqet Sultan Murad a alîgirê dewleta Tirkîyê ya dagirker bi perspektîfên yekser ji istîxbara Tirkîyê de hewl didin bi tevahî şêweyan fişarê li malbata Melek bikin, bi taybet bav û dayika wê, da ku li ser bûyerê bipêçin. Çete nahêlin ku malbata Melek têkilîyan bi ti kesî re çêbike û gefan kuştinê lê dixwe.

Bi destpêkirina belavkirina nûçeyê qetilkirina Melek re, çekdarên komê agahî da malbatê û birin Efrînê û Nexweşxaneya Avrîn, da ku cenazeyê binasin, di dema dayika wê li cenaze dibîne ku cenazeya keçeke din kuştî dît û nenasî, bi wê re jî tenduristîya wê xirab.

Bi wê re jî agahîya derwandina kuştina Melek li ser zimanê malbat wê dîyar dibe, ji ber ku ew derewandin di encama fişar û nixumandina nûçeyê de hat, weke çawa bi serê hezaran malbatên ku rastî lêdan, revandin, kuştin û tecawîzkirinê hatîye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin