Esper: Me qet peymana dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûrîyê

Esper: Me qet peymana dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûrîyê

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê dibêje, qet peymana dewleta Kurdî nedane Kurdên Rojava û ji ‎wan re negotine ku li dijî Tirkîyê berevanîyê li wan dikin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper, li wilayeta Kalifornîya mêvanê Foruma Brevanîya ‎Niştimanî ya Reagen û pêşkeşkar jê pirsî heta çi astekî hestpê dikin ku we xîyanet li Kurdan ‎kirîye ku li Sûrîyê ew bi tenê hiştin.‎

Mark Esper got, di warê taktîkî de hest bi wê yekê dikin, lê dibêje wan bo berjewendîyeke hevbeş ‎piştgirîya HSDê kirin û ew berjewendî jî têkşikandina DAIŞê bû.

Esper dîyar kir ku li gor wî êrîşa Tirkîyê ‎bo ser Rojavayê Kurdistanê xelet bû û karên wan ligel HSDê berdewam dibin.‎

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê wiha axivî: ‎“Bêguman di warê teknîkî de hest bi wê yekê dikin, ligel wan bûn û bi hevre di şerê dijî DAIŞê ‎me xwîn rijand, lê eger em ji dûr ve temaşe bikin, em çûn wê derê bo berjewendîyeke hevbeş, ‎berjewendîya hevbeş têkşikandina DAIŞê bû, bêguman axeke zêde ket bin kontrola DAIŞê û ‎gelek qurbanî jî bûn para HSDê di şerê dijî wê grûpê de, me lingê xwe danî wê derê û yekgirtina ‎me bû sedema têkşikandineke mezin a fizîkî ya DAIŞê.”

Di berdeamîya axavtina xwe de Esper anî ziman ku wan qet negotîye ew li vê derê ne daku ‎HSD dewleteke Kurdî ya serbixwe rabigihînin û wiha pê de çû: “Qet me negotîye dijî Tirkîyê berevanîyê li we dikin ‎ku 70ê sal e hevpeymanê NATOyê ye, fermandarên me jî ew peyam gihandine me, lê em îro ji ‎nêzîk ve ligel wan kar dikin, me ew hevbeşî parastîye. Niha baştir ji sînorê wê hevbeşîyê fam ‎dikin û dizanin heta bi ku diçin. Bi bawerîya min Tirkîyê bi xwe, xwe xistîye wê pêgehê ku zerar ‎bigihîyê, ew êrîşa ku bo ser bakurê Sûrîyê kir, bi bawerîya min xelet bû. Em di wê bawerîyê de ‎bûn ku dibe sedema reva DAIŞîyên girtî û çêbûna tevlîhevîyê li navçeyê, me hinek ji wan tiştan ‎dîtin.”‎

Xwepêşanderên Iraqî daxwaz dikin Îran ji Iraqê derkeve

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê herwiha ragihand, ku  beşek ji xwepêşanderên Iraqî ji xeynî wêya dijî ‎xizmetguzarîyên kêm xwepêşandana dikin, hevdem daxwaz dikin ku Îran ji welatê wan derkeve.‎

Mark Esper dîyar kir ku ew bi vê rewşa Iraqê ne kêfxweş in û naxwazin ‎jî welat ji ber vê yekê birûxe û got: “Ew xelk e û daxwaz dikin Îran û grûpên milîşîya yên Şîe ji welat ‎derkevin.”‎

Esper da zanîn ku li ser piştgirîkirina Iraqê berdewam dibin û got, çend ‎caran dîtine mûşek li nêzîkê balyozxaneya wan a Bexdayê ketine xwarê û ew nîşana wê yekê ye ku bi ‎asanî destê Îranê digihe wan.‎

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê wiha axivî: ‎“Nêzîkî çar hefte berî niha li Iraqê bûm, ligel serokwezîr civîyam, wê demê em li ser gelek mijaran ‎axifîn, min piştrast kir ku em rêzê li serwerîya axa Iraqê digirin, em li wê derê ne ji bo di warê rahênan û ‎rawêjkarî de hevkarîya Iraqê bikin daku Îran û grûpên milîşîya yên Şîe ji wî welatî dûr bixin, tişta îro li ser ‎cadeyan tê dîtin, xelk e li seranserê Iraqê xwepêşandanan dijî çend pirsgirêkan dikin wek bêkarî û krîza ‎aborî, lê ew dibêjin jî ku dixwazin Îran ji welatê wan derkeve, ev nîşaneyên xuya ne di navbera du ‎welatên Şîenişîn de, hebûna wê tevlîhevîyê li nav hikûmetê ne tiştekî baş e. Lê ew jî hewlên xwe didin, ‎em naxwazin bibînin Iraq birûxe. Ew hevbeşên me yên baş bûn. Em dixwazin wek awayê niha li ser ‎piştgirîkirina wan berdewam bin.”‎

Çavkanî: Rûdaw

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin