Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin

Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin

.

A+A-

Esker û polîsan li Dersîmê ku yek ji navenda operasyonên eskerî ye, di 6 salên dawî de 11 welatî kuştin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî xwestin kuştin bi dawî bibe. 
 
Li Dersimê di salên 1937-38'an de hêzi 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Eskeran bi komî mirov qetilkirin. Cenazeyên mirovan avêtin şikef û newalan. Avêtin çem û rûbaran. Bi deh hezaran welatî koçber kirin. Niha jî li Dersimê operasyonên eskerî bê navber didomin. Ji ber operasyonên eskerî çiya û rûbar her roj tên bombekirin û welatiyên sivîl tên kuştin. 
 
ESKER Û POLÎSAN DI 6 SALÊN DAWÎ DE 11 WELATÎ KUŞTIN
 
Ji ber ku li herêma Dersîmê operasyonên eskerî didomin, di 6 salên dawî de 11 welatî bi destê esker û polîsan hatin kuştin. 
 
*Di 1'ê tebaxa 2016'an de li Navçeya Hozatê Mesut Îlkbahar bi guleya eskeran hat kuştin. 
 
* Di '9'ê tebaxa 2016'an de li navçeya Pilûr û Dersimê karker Şukre Abay di êrîşa eskeran de hat kuştin. 
 
* Di 6'ê Îlona 2016'an de li Qada Seyid Riza, polîsan bi maşîna zirxî pîra 71 salî Naciye Ozdemir kuşt. 
 
* Di 20'ê Îlona 2016'an de eskeran li Geliyê Munzûrê operasyon li dar xist û aşokarê dolmîşê Ersin Demîr kuştin. 
 
* Di 22'ê Tîrmeha 2017'an de li Gundê Hanê yê Navçeya Qislê ya Dersimê eskeran gund bombebaran kir. Di êrîşa eskeran de welatîe Ercan Guneş hat kuştin. 
 
* Di 18'ê Gulana 2017'an de li Navçeya Pilûrê esker derketin operasyonê û welatî Gokhan Keskin kuştin. 
 
* Di 13'ê Hezîrana 2018'an de li taxa Ataturk a Dersîmê polîsan bi maşîna zirxî kalê 92 salî Alî Sezer pelçiqandin û kuştin. 
 
* Di 15'ê Tirmeha 2019'an de li navçeya Pilûrê di teqînê de zaroka 8 salî Ayaz Guloglu û zaroka 6 salî Nupelda Guloglu hatin kuştin. 
 
* Di 23'ê Îlona 2019'an de li Navçeya Mazgîrtê eskeran bi maşînê li welatiyê 22 salî Oktay Er xist û kuştin. 
 
* Di 7'ê Gulana 2021'an de li Gundê Kilmer ê Pilurê neviyê Seyit Riza Murat Yildiz ê  28 salî di êrîşa hewayî ya TSK'ê de hat kuştin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Dersîmê Nurşat Yeşîl, anî ziman ku ji ber hesab ji kujeran nayê pirsîn mirov tên kuştin û wiha got: "Herî dawî di bombebaranê de welatî Murat Yildiz hat kuştin. Niha li herêmê operasyon didome. Welatî nikarin sewalên xwe derxin dervê gund. Destûr nadin kes biçin herêma operasyonê. Wê demê çima destûr dan ku Murat Yildiz tenê biçe qada operasyonê. Divê ev pirs bê ronîkirin. 
 
Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Musa Kulu jî anî ziman ku ji destpêkê de mirovên sivîl têne kuştin û wiha got: "Dixazin mirov dest ji çand, bawerî û nasnameya xwe berdin. Ev politîtikaya dewletê ne nû ye. Divê hemû kes li dijî kuştina sivîlan û vê zilmê dengê xwe bilind bikin. Eger bêdengiya li dijî vê yekê hebe, kuştinên nû dê zêde bibin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dersîmê Gurbuz Solmaz jî anî ziman ku kuştina welatiyan encama politîkayên şer e û wiha got: "Şer rê li pêş kuştina mirovan vedike. Ji bo şer bi dawî bibe divê pêvajoya aştiyê pêş bikeve. " 
 
Serokê Navenda Lêkolînên Dersîmê (DAM) Selman Yeşîlgoz jî anî ziman ku ev polîtîkayên kuştinê li tevahiya Kurdistanê belav kirine û got: "Kuştina bê înfaz ne rast e. Divê her kes li dijî van înfazan raweste. Divê em van înfazan birin rojeva cemaweriyê. Divê lêpirsîna edlî û îdarî bê destpekirin." 
 
Serokê EMEP'ê yê Dersîmê Ergîn Tekîn jî anî ziman ku ji ber kuştin zêde dibe mirov newêrin vegerin gundên xwe û wiha got: “Divê êdî operasyon bi dawî bibin. Ku operasyon bi dawî bibin dê mirov neyên kuştin." 
 
MA / 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin