Esed: Erdogan kî ye ku ez pê re bicivim

Esed: Erdogan kî ye ku ez pê re bicivim

Serokê Sûrîyê Beşar Esed derbarê egera hevdîtineke li gel Erdogan got, “Ez bawer nakim di dema niha de kesekî ku erdê te dagîr kiribe şexsekî baş be bo ku tu bi wî re bicivî.” Herwiha Esed careke din bang li HSDê kir ku beşdarî nav artêşa Sûrîyê bibe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê rejîma Sûrîyê Beşar Esed derbarê rewş û krîza li Sûrîyê, rola welatên rojavayî di wê krîzê de, kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekîr Bexdadî, êrişa Tirkîyê ya li ser Rojava, hewldanên bo gotûbêjên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û rejîma Sûrîyê, rêkevtina Rûsya û Tirkîyê û dawîn pêşhat û rûdanên li Sûrîyê û navçeyê ji beşa navdewletî ya Russia Todayê re axivî.

Beşar Esed careke din bang li hêzên HSDê kir ku beşdarî nav artêşa Sûrîyê bibin û got ku beşek ji HSDê di rojên derbasbûyî de amadebûna xwe bo beşdariya nav artêşê ragihandine. Serokê rejîma Sûrîyê tekez jî dike ku niha ew bi awayekî rêk û pêk nizanin bê ka çi li erdê rû dide û dibêje ew niha di qonaxeke veguhêz de ne û bibîr dixe ku HSD jî hîn çekên xwe diparêze.

Esed dîyar kirîye ku hêzên HSDê ne tenê ji Kurdan pêk tên û dibêje ew Kurdên di nav HSDê de nûnertîya hemû Kurdan nakin û îddîa dike ku peywendîya piranîya Kurdan li gel rejîma Sûrîyê baş e. Di dewama axaftina xwe de Esed rexneyên tund li Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) digire û dibêje Amerîka alîkarîya çek û darayî dide wê û herwiha PYDê bi ‘dizîna petrolê’ tometbar dike û weke ‘pîyonên Amerîkayê’ pênase dike.

Serokê rejîma Sûrîyê çekdanîna HSDê û beşdariya wê bo nav artêşê girê dide bi vegera artêş û hikûmeta Sûrîyê bo hemû navçeyan, ferzkirina desthilat û serweriya hikûmetê li ser tevahîya Sûrîyê li gel pêşkêşkirina xizmetgûzarîyan bo hemû navçeyên wî welatî.

Li ser rêkevtina Rûsya û Tirkîyê ku di 22ê Cotmehê de li Soçîyê hatibû îmzekirin û vekişîna HSDê ji deverên sînorî di çarçova wê rêkevtinê de Beşar Esed, vekişîna HSDê bi kurahiya 30 kîlometran ber bi başur ve weke wergirtina hincetekê ji destê Tirkîyê ku bo êrişa xwe bikar tîna nirxand.

Beşar Esed li ser dawîn êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojava jî PYD tohmetbar kirîye û gotîye, Tirkîyê berî niha bi aşkere ragihandîye ku ew dê êrişî bakurê Sûrîyê bikin lê dibêje, “PYDê bi berdewamkirina hebûna xwe hincet da destê Tirkîyê” û li ser vê yekê jî PYD rexne kir. Esed di dewama gotinên xwe de her çiqas PYDê bi pêkanîna hincetan bo Tirkîyê suçdar bike jî dîyar dike, “Lêbelê Erdogan kesekî êrişkar e, ti rewatîya êrişa Tirkîyê ya li ser Sûrîyê nîne.”

 Serokê rejîma Sûriyê herwiha dibêje, ew ne li dijî prensîba danûstandina bi dijminan re û dîyar dike, “Dijmin Erdogan, siyaset û derdora wî ye. Xelkê Tirkîyê dostê me ye û em xwedî dîrokeke hevbeş in, em nikarin wan weke dijmin bibînin.” Esed dibêje, “Herçiqas me li ser grûpên terorî yên li Sûrîye û Tirkîyê li hev kiribe û em xwedî heman helwestê bin, lê nêrîna me li ser tiştên din taybetî jî êrişa Tirkîyê ya li ser Sûrîyê neguherîye.”

Derbarê kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekîr Bexdadî de Esed gumanên xwe anîn ziman û got, “Bexdadî ji alîyê Amerîkayê ve ji bo rola xwe bilîze hatibû amadekirin û bawerîya me bi kuştina wî nayê. Dibe ku bi rastî jî hatibe kuştin, lê meseleya muhîm ew e ku Amerîka tevî wê piştevanîya xwe ya bo terorê di salên dawîn de, hewl dide xwe pak bike. Dema ku Sedam Husên hat girtin dimînên wî hatin belavkirin. Dîmenên darvekirina wî, dîmenên kuştina zarokên wî hatin belavkirin. Heman tişt bo Qeddafî jî derbasdar e.”

Serokê Sûrîyê axaftina xwe domand û got, “Lêbelê çima termê Bîn Ladîn nîşan nedan, çima termê Bexdadî nîşan nadin? Ev çîrokeke derew e a nîşandana Amerîkayê weke li dijî terorê ye. Dibe ku Bexdadî hatibe kuştin ji ber ku Bexdadî weke şexs wextê xwe tijî kir û êdî pêdivîya wan bi kesekî nû heye.”

Li ser pirsa derbarê egera pêkanîna civînekê li gel Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Beşar Esed got, “Ti planeke min a bo hevdîtinê nîne. Ez li gel wî nacivim. Ez bawer nakim di dema niha de kesekî ku erdê te dagîr kiribe şexsekî baş be bo ku tu pê re bicivî.”

Esed herwiha aşkere kirîye ku ti civînek di navbera wî û Erdogan de çênebûye û tekez kirîye jî di asta emnî de bi navbeynkarîya Rûsyayê civînên sê alî di navbera Sûriye-Rûsya-Tirkîyê de pêk hatine.

Çavkanî: Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin