Ermenistan | Zarokekî Kurd di pêşbirka çîrokan de bû yekem

Ermenistan | Zarokekî Kurd di pêşbirka çîrokan de bû yekem

.

A+A-

 Li Ermenistanê di Roja Cîhanî a Zarokan de, zarokekî Kurd di pêşbirka çîrokan de ji nav zarokên 11 kêmnetewan de bû yekem.

Di Roja Cîhanî a Zarokan de, pêr li Ermenistanê kombûnek ji bo hin mijarên civakî pêk hatibû. Di wê kombûnê de, bi boneya Roja Cîhanî a Zarokan, yekem car pêşbirkek çîrokan ji bo 11 komên zarokên kêmnetewan pêk hat.

Yek ji zarokên ku beşdar bû Nîkolayî Mhoyan ê  9 salî ê Kurd bû ku li ser navê zarokên Kurd ên li Ermenistanê dijîn, beşdarî wê pêşbirkê bibû.

Nîkolayî Mhoyan, di pêşbirka çîrokên zarokan de bû yekem û hat xelatkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin