Ereb li şûna Efrîniyan tên bicihkirin

Ereb li şûna Efrîniyan tên bicihkirin

Bi dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve xelkê Efrînê ji ber êrîşan neçar bûn ji gund û bajarên xwe derbider bibin. Ligel wê jî hejmarek ji çekdar û malbatên Ereb li malên Efrîniyan hatin bicihkirin.

A+A-

Li gor zanyariyên ji nava Efrînê, li navçeyan Cindirêsê 80 mal ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hatine desteserkirin, ta niha jî 40 mal malbatên çekdaran tê de bicih bûne û rojane hejmarek malbat li wan malan tên bicihkirin.

Li navçeya Şiyê û gundên Qermîtliq, Senêrê û Anqelê jî nêzîkî 50 malî hatine desteserkirin û hejmarek malbatên Ereb jî lê hatine bicihkirin.

Herwiha li gundê Atmana 10, li Celemê 20, li Îska 10, li Qitmê jî 15 malbat hatine bicihkirin.

Ji aliyê xwe ve, berî 2 rojan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, hejmarek ji çekdarên Feyleqa El-Rehman piştî ku ji Xûtaya Rojhilat (derdora Şama paytexta Sûriyê) ligel malbatên hatibûn derxistin, di riya parêzgeh Idlibê re derbasî gundên Efrînê bûn û lê hatin bicihkirin.

Ev yek di demekê de ye, aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hişyariya wê yekê didin, ku bi rêjeya zêdetir ji sedî 90 ji niştecihên Efrînê Kurd in, metirsiyeke mezin li ser cibicîkirina proseyeke guhartina demografî li Efrînê heye.

Tê zanîn jî, hîna bi sed hezaran derbiderên Efrînê yên li navçeyên bakurê Helebê wek Nubil, Zehraa û devera Şehbayê di rewşeke mirovî ya xirab de dimînin, bêyî ku rêvistineke mirovî û navdewletî bi hawara wan ve bê.

Ligel vê jî, duh Hevrêzkarê Netewên Yekgirtî ji bo karûbarên mirovî Yan Egland ragihand, ku ji 50 heya 70 hezar kesên sivîl di nav bajarê Efrînê de mane û di rewşeke mirovî ya gelekî zehmet de dijîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin