Erdogan û Putin dicivin

Erdogan û Putin dicivin

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan îro li Enqere derbarê dosya Sûrîyê û pêşhatên Rojhilata Navîn de dicivin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Serokatîya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand, Serokê Rûsya û Serokkomarê Tirkîyê dê behsa rewşa Rojhilata Navîn a piştî kuştina Qasim Suleymanî bikin.

Li gor serokatîya Rûsyayê, rewşa Sûrîyê, Lîbya û herwiha mijarên aborî dê beşek ji mijarên civîna Putin û Erdogan bin.

Putîn, dê bi Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan re dê beşdarî merasîma vekirina xeta borîya gazê ya bi navê "Turkakim" bibe.

Serokê Rûsyayê Viladimîr Putin, piştî serdana Sûrîyê û hevdîtina bi Beşar Esed re, şeva borî de geheşt Stenbolê.

Tirkîye ji Rûsyayê daxwaza rawestandina êrişên ser Îdlibê dike ku sedhezaran kesan berê xwe dane sînorê Tirkîyeyê.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin