Erdogan: Kuştina Qasim Sulêymanî dê bê bersiv nemîne!

Erdogan: Kuştina Qasim Sulêymanî dê bê bersiv nemîne!

Serkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan nîgeranîya xwe li hember kuştina fermandeyê hêza Quds ya Îranê Qasim Sulêymanî ji alîyê Amerîka ve nîşan da û ragihand, ewê bê bersiv nemîne!

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan şeva borî beşdarî weşana zindî ya hevbeş ya Kanal D û CNN Turkê bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Recep Tayyip Erdogan kuştina Qasim Sulêymanî nirxand û got:  "Ji bo kêmkirina rageşîya di navbera Amerîka û Îranê de heta îro me weke Tirkîyê hewlên berbiçav dane û em didin jî. Tevî hemû hewlên navneteweyî, mixabin çareserîya rageşîya di navbera Îran û Amerîkayê de heta niha pêk nehatîye. Me dît ku di vê dawîyê de qeyran bi taybet ji ser Iraqê re dîsan tê geşkirin. Hilbijartina cih jî weke Iraqê watedar e. Bi taybet ku Amerîkayê ew hilbijart, li herêmê bû sedema zêdebûna rageşîyan.”

Erdogan herwiha dîyar kir ku ew egera metirsîyên piştî kuştina Sulêymanî ji nêzîk ve dişopînin û wiha pê de çû: “Ev kar dê li vê derê neqede, hetmen pêvajoyek bi dûv vê dê hebe. Kuştina fermandarekî ji asta bilind a dewletekê, ez wisa difikirim ku dê bê bersiv nemîne."

Serkomarê Tirkîyê herwiha anî ziman ku ew wê şevê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump axivîye û piştî 4-5 saetan ev bûyer qewimîye û got: "Wisa xuya dike ku êriş hatibû pilankirin. Dema me bihîst em mat man. Min bi taybet pêşnîyara wê yekê lê kir ku rageşîya ligel Îranê zêde neke. Weke Tirkîyê em herdem li herêmê li dijî destêwerdanênin û me ev êrîş jî bi vê nerînê nirxand. Berî ku em bigihin qonaxekê ku hemû alî ji zirarê bibînin, li gorî min pêwîst bû ku ev rageşî têkeve bin kontrolê."

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin