Erdoğan gotibû operasyona Şingalê destpê kir, lê...

Erdoğan gotibû operasyona Şingalê destpê kir, lê...

Serokomarê Tirkiyeyê Erdoğanî, gotibû operasyona Şingalê destpê kiriye lê Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yıldız, red kir ku niha ti piroseyeke serbazî ya Tirkiyeyê destpê bûbe.

A+A-

Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yıldız, red kir ku niha ti piroseyeke serbazî li dijî gerîlayên PKK li Şingalê destpê kiribe.

Fatih Yıldız li ser Twitter a xwe nivîsiye: "Dixwazim we haydar bikim, heya niha ti operasyoneke serbazî Tirkî li dijî PKK li Şingalê destpê nekiriye".

Ev axaftina Yıldız piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan hat, ku roja Yekşemê 25/3/2018an, li pêşiya hejmareke mezin ji xelkê li wîlayeta Trabzonê got: "Operasyona serbazî li dijî PKK li Şingalê destpê kiriye".

Di heman demê de, fermandeyê operasyonên hevbeş yên Iraqê, di daxuyaniyekê de, red kir ku ti tevgereke serbazî Tirkî ber bi sînorên Iraqê ve hebe.

PKK: Em ê ji bo parastina êzdiyan bi tundî bersiva artêşa Tirkiyê bidin".

Partiya Karkirên Kurdistanê "PKK" soz dide ku heger artêşa Tirkiyê xwe nêzîkî Şingalê bike, wê gerîleyên wan bi tundî bersivê bidin.

Fermandeyekî PKK bi navê Kawa Şêxmûs, ji ajansa Sputnik ya Rûsî re got: "Heya niha ti tevgereke serbazî Tirkî ber bi Şinaglê ve nebûye, lê heger tiştekî wiha bibe, emê ji bo parastina êzdiyan bi tundî bersiva artêşa Tirkiyê bidin".

Herwiha ragihand, ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, berdewam daxuyaniyên nerast dide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin