
Erdogan: Emê milyonek penaberên Sûrîyê li Girêspî û Serê Kanîyê bicîh bikin
Serokkomarê Tirkîyê raghand, ew kar li ser bicihkirina yek milyon kesan li Serê Kanîyê û Girê Spî dikin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Serokkomarê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan ragehand, ew kar li ser wê yekê dikin ku yek milyon penaberên Sûrî dê li herdû bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê de bicîh bikin. Tekez jî kir ku ewê piştevanîya ava kirina avahîyên niştecîbûnê li bakurê rojhelatê Sûrîyê bikin.
Erdogan got: Alîyek bi tenê nikarê barê penaberên Sûrî yên di nava Tirkîyê de û yên li ser sînorê Tirkîyê helgire, ku bi gotina wî hejmara wan digehe 9 milyon kesan.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku Yekîtîya Ewrupayê tenê 3 milyar Euro pêşkeşî penaberên Sûrî kirîye di demekê de ku wan 40 milyar Dolar li ser wan xerc kirîye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin