ENKS û General Kobanî civîyan

ENKS û General Kobanî civîyan

Desteya Serokayetîya Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî re civîya.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahîyên Rûdawê, doh Yekşemê şandeke Konseya Serokatîya ENKSê li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî re hevdîtin pêk anîye.

Endamê Desteya Serokayetîya ENKSê Tahir Hesaf ji Rûdawê re ragihand, ku civîna wan bi Mazlûm Kobanî re erênî bûye û têde li ser helwên nêzîkkirin û lihevkirina alîyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê axivîne.

Hesaf ji Rûdawê re got, ku serokayetîya ENKSê têbînîyên xwe pêşkêşî Mazlûm Kobanî kirin ji bo ku PYD, Rêveberîya Xweser û ENKS lihev bikin.

Berî çend rojan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû, ji ber rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê, ew bi berdewamî ligel General Mezlûm Kobanî di pêwnedîyê de ye û çend caran bi hev re civîyane û ji PYD û ENKS xwestibû ku lihev bikin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin