ENKS: Hêzên bi ser PYD ê ve endamekî me revandin

ENKS: Hêzên bi ser PYD ê ve endamekî me revandin

.

A+A-

Sekreterya ENKS ê ragihand ku hêzên asayîşê yên bi ser PYD ê ve, endamê komîta Çilaxa û hem endamê komîta herêmê yê PDK-S yê Abdulxafar Muhammed revandine.

Di ragihandina ENKS ê de endamê ENKS ê Abdulxafar Muhammed di dema bi jina xwe ve li ser rêya Rimêlan û Qamîlo di otomobîla xwe de diçû, hêzên asayîşê rêya wan birîne. Hevjîna wî nêzî gundê Şabakê ji otomobîlê hatiye daxistin û Muhammed birine ciyekî nediyar.

Abdulxafar Muhammed di 28 ê adarê de hatiye revandin û jê re gotine ku nav PDK-S û ENKS ê de nexebite, hatiye tehdîdkirin. Di ragihandinê de weha hat gotin:

“Em vê kiryara terorê ya li dijî qiymetên mirovahiyê şermezar dikin. Ev tevger delîla têkçûna meşandina diyaloga Kurd e û nîşan dide ku naxwazin diyalog bimeşe. Bila temamê siyasiyên di zîndanan de bên berdan û ew kiryarên ku bo dijminahiya xelkê Kurd dikin, bidin rawestandin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin