ENKS derbarê mafê Kurdan de belgenameyekê pêşkêşî civîna Cenêvê dike

ENKS derbarê mafê Kurdan de belgenameyekê pêşkêşî civîna Cenêvê dike

Roja 24 Tebaxê gera nû ya civînên Komîteya Destûra Sûrîyê li Cenêvê destpê dike û heta roja 28ê Tebaxê ew civîn berdewam dibin.

A+A-

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Gier Pedersen ragihand, ku Komîtya Destûra Sûrîyê roja 24ê Tebaxê li ser bingeha lihvkirina di navbera hikûmetê û opozisyonê de li Cenevê dicive, daku beşekî serekî ji biryara navdewletî ya 2254ê derbrê Sûrîyê bê cîbicîkirin,

Herwiha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) di civînên komîteya destûrî ya Sûrîyê de beşdar dibe, daku belgenameya taybet bi mafên gelê Kurd li Sûrîyê pêşkêş bike.

Li gor zanyarîyan, di wê belgenameyê de, tekezî li ser wê yekê tê kirin ku Sûrîyê welatekî pir-netewe û pir-ol e.

Herwiha di belgenameyê de hatîye ku divê di destûrê de îtîraf bi gelê Kurd li Sûrîyê bê kirin û divê mafên gelê Kurd li Sûrîyê di destûrê nû de bên parastin.

Herwiha li gor zanyarîyên Rûdawê, Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS tîmek taybet amade kirîye ji bo piştevanîya mafên neteweyan li Rojavayê Kurdistanê wek Kurd, Ereb, Surîyan û Aşûrî di destûrê de. Ew tîm ji bilî Kurd kesekî Suryanî jî li xwe digire û hineke pisporên yasayî jî têde beşdar in.

Erkê wê tîmê piştevanîya endamên neteweyan bi taybetî Kurd di komîteyê de ye û amadekirina belge û pêşnîyarên pêwîst bo wan endaman.

Gera dawî ya danûstandinên Komîteya Destûrê Sûrîyê bi serperiştîya Neteweyên Yekbûyî li Cenevê di Mijdara 2019ê de birêve çûbû, bêyî ku ti pêşketinek çêbibe.

Di vê derbarê de Nûnerê Amrîkayê yê taybet bi dosyeya Sûrîyê James Jeffrey ragihand, tevî ku Amerîka beşdarîyê di vî karî de nake, lê ew dê ligel alîyên peywendîdar û nûnerên opozisyonê li Cenevê bicive, daku karê komîteyê bipêşkeve û encamên erênî jî bên bidestxistin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin