
ENKS daxwaza rawestandina şer li Qamişlo dike
.
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza rawestdandina şer li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê dike.
ENKS bi beyanameyekî ragehand: ‘’Milîsên Berevaniya Niştimaniya ser bi rejîma Sûriyê sedemê serekî yê derketina şer in li gel hêzên asayîşa ser bi Partiya Yekitiye Demokrat (PYD)
Beyanameya xwe de ENKSê demildest ragirtina şer bo parastina hemwelatiyên sivîl, mal û milkên wan dike, ku ew şer bûye cîhê tirs û xofê li gel hemwelatiyan.
ENKS daxwaz ji kesayet û pêkhateyên Qamişlo dike bi ruhê berpirsyartiyê danûstan li gel rewşê bikin û her fikreke dijî hevqebûl kirin û pêkvejiyanê red bikin.
Li gor zanyariyên dawiyê di şerê derketiye de heta naha 3 zarok bi guleyên çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve jiyana xwe ji dest dane û du zarok jî birîndar in.
Herwaha asayîşa PYDê jî berî naha ragehandibû ku karmendekî asayîşê yê bi navê Xalîd Hacî jiyana xwe ji dest daye û di şer de herî kêm 5 çekdarên ser bi rejîma Sûriyê jî hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin