ENKS: Bila hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ji Efrînê derkevin

ENKS: Bila hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ji Efrînê derkevin

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) got ku bila hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û komên çekdar ji Efrînê vekişin.

A+A-

Li gorî nûçeya Rûdawê Birêveberiya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz kir ku bila hemû hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û hêz û komên çekdar ji Efrînê derkevin.

ENKSê di daxuyaniyê de bang kir ku rê li pêşiya xelkê Efrînê were vekirin, da ku bi ewlehî vegerin malên xwe û bêyî destêwerdan karûbarên xwe bi rê ve bibin.

Hat diyarkirin ku birêveberiya ENKSê herwisa xwestiye binpêkirin û guhertina demografîk a li Efrînê werin belgekirin û bang li hêzên navdewletî kirye ku herêma Efrînê biparêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin