ENKS armanckirina sivîlan li Idlibê şermezar dike

ENKS armanckirina sivîlan li Idlibê şermezar dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bombebarankirina navçeyên sivîlan û bikaranîna wan wek mertalên mirovî li Idlibê şermezar dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sekretera Giştî ya ENKSê di daxuyanîyekê de ragihand, piştî gera dawîyê ya danûstandinên Astanayê di navbera gerentîkarên “herêma kêmkirina alozîyan” de, li parêzgeha Idlibê deverên sivîlan bi tundî tên bombebarankirin û hejmareke mezin ji zarok, jin û pîran bûne qurbanî û bi dehezaran jî kes koçber bûne.

ENKS di daxuyanîya xwe de bombebarankirina deverên sivîlan ji alîyê hêzên rêjîma Sûrîyê û hevalbendên wê û bikaranîna sivîlan wek mertalên mirovî ji alîyê çekdaran ve şermezar kir.

ENKS daxwaz ji alîyên herêmî û navdewletî yên pêwendîdar dike, şer û kuştina sivîlan li Idlibê rawestînin û rê bidin alîkarîyên mirovî bigihinîn xelkê koçber.

Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, li gor biryarên navdewletî yên pêwendîdar, bilez çareserîyeke sîyasî ji krîza Sûrîyê re bibînin.

Ji hefteyekê ve ye, gundewarê başûrê Idlibê rastî bombebarana firokeyên rêjîma Sûrîyê û Rûsya tê, ji roja 19ê vê mehê ve jî, hêzên rêjîma Sûrîyê dest bi êrîşa bejahî kirine, di encamê de bi dehan welatîyên sivîl canê xwe jidest dane û bi zêdetir ji sed hezar kes jî koçber bûne.

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin