Endamtiya Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin

Endamtiya Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin

.

A+A-

 Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşniyara bo pejirandina endamtiya tam a Filîstînê li NY pejirand.

Pêşniyarqanûna bo ji nû ve nirxandina statuya endamtiya Filîstînê û guherandina welatê çavdêr li NY çû ber dengdanê ku hin mafên nû li endamtiya Filîstîn têne zêdekirin.

Di dengdana li Konseya Ewlekariyê de, ji bo endamtiya tam a Filîstîn 143 dengê ‘belê’ û 9 dengên ‘na’ hatin dayîn.

Hêjayî gotinê ye di dengdana beriya niha de ji vetoya Amerîkayê pêşniyarqanûna endamtiya Filîstînê nehatibû pejirandin, lê di vê dengdana dawî de hate pejirandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin