Encûmena Wezîran derbarê budce û deriyên sînorî de hejmarek biryar dan

Encûmena Wezîran derbarê budce û deriyên sînorî de hejmarek biryar dan

.

A+A-

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna îro de Wezareta Navxwe û Pêşmerge raspard, hêzeke taybet û hevbeş pêk bînin, ji bo rêgiriyê li her karekî neyasayî li tevahiya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha hêlên giştî yên reşnivîsa yekem a projeya budceya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Encûmena Wezîran di daxuyaniyekê de ragihand, “Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran civîna xwe ya heftane girê da.

Di destpêkê de, Serokê Encûmena Wezîran bi navê Encûmena Wezîran pîrozbahî li Wezîrê Samanên Şirûştî Kemal Etrûşî kir, bi boneya bawerî ji Parlamentoya Kurdistanê wergirt û dest bi kar kir û hêviya serkeftina wî di erkên xwe de jê re xwast.

Birgeya yekem a civînê pêk hatibû ji pêşkêşkirina hêlên giştî yên reşnivîsa yekem a projeya budceya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2021an û pêşbînî û pêşniyarên wezaretan yên derbarê rêkxistina dahatê û kêmkirina xerciyan û sînordarkirina kurtanîna darayî bo sala 2021an.

Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab raportek derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û amadekariyên reşnivîsa projeya budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021an pêşkêş kir.

Piştre Wezîrê Plandananê Dara Reşîd raporta wezareta xwe ya derbarê budceya weberhênanê bo projeyên xizmetkariyê ya di çarçoveya projeya budceya Herêmê ya sala 2021an de pêşkêş kir.

Piştî guftûgo û danûstandinan, Encûmena Wezîran xişteyeke dem ji bo amadekirina projeyasaya budceya sala 2021an pesend kir ji bo wê mebestê jî hefteya bê dê Encûmena Bilind a Aboriyê kom bibe ji bo reşnivîsa yekem a budceyê pesend bike.

Her di çarçoveya guftûgokirina li ser rêkxistina dahat di projeyasaya bûdceya Herêmê de, Serokê Encûmena Wezîran da xuyakirin ku pêwîst e di çarçoveya karnameya çaksaziya kabîneya nehem de, hemû hewl bê dayîn ji bo rêkxistin û zêdekirina dahatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di vê çarçoveyê de bi raspardeya Serokwezîr, Encûmena Wezîran biryar da, her du wezaretên navxwe û Pêşmerge hêzeke taybet û hevbeş pêk bînin, ji bo rêgirtina her binpêkirin û karên neyasayî li hemû deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, ew hêza hevbeş, dê desthilata wê ya qanûnî ya pêwîst hebe ji bo cîbicîkirina rêkaran li deriyên sînorî û têkoşîna li hember qaçaxî û karên neqanûnî li hemû deriyên sînorî bêyî ciyawazî.

Tevî tekezkirina li ser cibicîkirina wan biryarên ku pêştir hatibûn dayîn ji bo rêkxistina girêbesta xizmetkariyên deriyên sînorî, bi liberçavgirtina dahat û berjewendiyên giştî.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin