
Encûmena Wezîran 4 pirsên girîng gotûbêj dike
.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6/16/2021 civîna xwe ya heftane bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî girê dide.
Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, di civînê de dê li ser van mijaran bê nîqaşkirin:
Yekem: Pêşkêşkirina kurteya serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiyab birêz Serokê Encûmena Wezîran bo Ewropayê.
Duyem: Pêşkêşkirina pêşhatên dawiyê yên guftûgoyên bi wezaretên darayî, petrol û bazirganîyê (TBI) re ji bo cibicîkirina madeya 11 a Yasaya Budceya Iraqa Federal a sala 2021 û pêşkêşkirina derencamên civîna dawiyê ya şanda danûstandkar a ji bo vê mebestê di rojên 31/5 ta 2/6/2021 û roja 7/6/2021 li Bexdayê.
Sêyem: Mijara reşnivîsa projeyasaya budceya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2021.
Çarem: Pêşkêşkirina pirsa rêkxistina dewama sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêştir ji bo vê mebestê biryarek ji aliyê Fermangeha Hevahengî û lêkolînan ve hatib amadekirin û arasteyî endamên Encûmena Wezîran hatibû kirin.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin