Encûmena Sûrîyeya Demokratîk bersiva Esed da

Encûmena Sûrîyeya Demokratîk bersiva Esed da

Hevseroka Cîbicîkar a Encûmena Sûrîyeya Demokratîk, Îlham Ehmed bersiva daxuyanîya Serokomarê Sûrîyê Beşar Esed da û ji Rûdawê re ragihand: Înkarkirina hebûna dîrokî ya Kurdan, handaneke ji bo bihêzkirina dagîrkerîya Tirkîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî daxuyanîyên Serokomarê Sûrîyê Beşar Esed yên derbarê Pirsa Kurd li wî welatî de,Hevseroka Cîbicîkar a Encûmena Sûrîyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji Rûdawê re axivî û bersiva Esed da.

Îlham Ehmed ji Rûdawê re ragihand, daxuyanîyên Beşar Esed xizmeta yekparçeyîya axa Sûrîyê û dîyaloga navxwe nakin û dibin piştivanê dagîrkarîya Tirkîyê li Sûrîyê.

Hevseroka MSDê got: “Ev daxuyanîyên Serokomarê Sûrîyê hevdem bûnn li gel civîna herdu serokên Rûsya û Tirkîyê, herwiha daxuyanî di demekê de hat ku amadekarî tê kirin bo gotûbêjên navbera hikûmeta Sûrîyê û MSD û Rêveberîya Xweser bi navcîtîya Rûsyayê”.

Îlham Ehmed da xuyakirin: “Bêguman, eger armanc ji wan daxuyanîyan înkakirina dîroka gelê Kurd be ji bo razîkirina alîyê Tirkî, ez jê re dibêjim daxuyanîyên bi vî awayî xizmeta yekparçayîya axa Sûrîyê nakin. Herwiha xizmeta dîyaloga navxweya Sûrîyê nakin. Berovajî, dibe hand abo dagîrkerîya Tirkîyê”.

Wê rayedara Rojavayê Kurdistanê, rexne li înkakirina Kurdan ji alîyê Beşar Esed ve girt û got, Kurd li Efrîn, Kobanî û Hesekê akincî bûn, berî ku sînorên sîyasî yên dewleta Sûrîyê bên dîyarkirin.

Îlham Ehmed wiha axivî: “Kurd ji hozên Hûrî û Mîtanî ne. Ew kevintirîn gel in li axa xwe ya dîrokî û li Efrîn, Kobanî û Hesekê akincî bûn, berî ku sînorên sîyasî yên dewleta Sûrîyê bêne dîyarkirin”.

Di berdewamîya daxuyanîya xwe de, Îlham Ehmed destnîşan kir, daxuyanîyên bi vî awayî wan neçar dikin ku rûpelên dîrokê vekin ku ti caran ji hizra mirovan nayê reşkirin û got: “Serokek bi daxuyanîyeke bi vî awayî û dijminkarî nikare xwe ji rastîyên dîrokî veşêre. Kengê nasnmaeya erebbûnê cihê nasnameya Sûrîbûnê girt û nasnameya Erebî ya Sûrîyê çi xizmetek gihandîye pirrengîya li Sûrîyê, ji bilî pereçebûnê, ji hev veqetînê, malwêranî û karesatên li jêrxana civaka Sûrî”.

Têkildarî yekîtî û yekparçbûna Sûrîyê de jî, hevseroka MSDê dîyar kir: “Di vê rewş û qonaxa hestîyar de û ji bo parastina yegirtîbûna Sûrîyê û parastina civaka wê, em Sûrî, erkê ser milê me ye ku tekezî li ser zimanê hevbeş û pêkvejîyanê bikin, bi rêya pirnasnameyîya me di dewleta Sûrîyê de”.

Serokomarê Sûrîyê, Beşar Esed di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Russia 24 de, êrîşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, tiştek bi navê Pirsa Kurd li Sûrîyê nîne û ew yek xeyal û derewe e.

Esed di wê hevpeyvînê de îdia kirîye, ku di sedsala 20an de hejmarek Kurd ji ber zulm û zordarîya dewleta Tirkîyê, ji wî welatî ve hatine Sûrîyê û hebûna Kurdan li wî welatî înkar kir.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin