Encûmana Asayişê derbarê deriyê Bab El Hewa de biryar da

Encûmana Asayişê derbarê deriyê Bab El Hewa de biryar da

.

A+A-

Encûmana Asayişa NYê piştî lihevkirina Amerîka û Rûsyayê, bi piraniya dengan heyama gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi rêya deriyê sînorî yê Bab El Hew abo dema salekê dirêj kir.

Roja Şemiyê, dawîn roja proje biryara Encûmena Asayişê bû ku rê bi rêxistinên mirovî dide bi rêya deriyê Bab El Hewa alîkariyan bigihîne Sûriyê.

Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî (NY) îro derbarê vê pirsê de civiya û bi piraniya dengan biryar hat dayîn heyama derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê 12 mehan bê dirêjkirin.

Rêxistinên mirovî yên li Idlibê ku ew parêzgeh di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye û nêzikî Tirkiyê ne, hişyarî dabûn eger deriyê Bab El Hewa bê girtin, “karesateke mirovî” dê rû bide.

Heta niha jî alîkariyên Netewên Yekbûyî tenê bi rêya deriyê Bab El Hewa digihijin nav Sûriyê.

Deriyê Bab El Hewa li parêzgeha Idlibê, li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê ye û mehane bi hezaran barhilgirên alîkariyên mirovî tê re derbasî nav Sûriyê dibin.

Sala 2014an Encûmena Asayişa NYê biryar li ser wê da ku bi rêya 4 deriyên sînorî alîkariyên mirovî bigihijin Sûriyê, lê sala derbasbûyî piştî vetoya Rûsya û Çînê tenê Bab El Hewa vekirî ma.

Moskow ku piştgiriya Şamê dike, berî niha tekezî li ser wê kiribû ku biryara Netewên Yekbûyî, binpêkirina serweriya xaka Sûriyê ye û ragihandibû ku piştî bidawîhatina dema wê, Rûsya dixwaze deriyê Bab El Hewa bê girtin.

Li gor Rûsyayê pêwîst e alîkariyên mirovî tenê bi rêya Şamê bigihijin Sûriyê û bi ser navçeyên din de bên dabeşkirin, lê li gor Associated Press, Amerîka û Rûsya li ser wê yekê rêkeftin ku Bab El Hewa vekirî bimîne.

Li gor Bernameya Xorak a Cîhanî, ji %60ê rûniştvanên Sûriyê, asayişa xorak ji dest dane; wate, dabînkirina xoraka rojane ji aliyê xelkê Sûriyê ve misoger nîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin