
Encamnameya Lûtkeya Erebî ya Bexdayê hate ragihandin: Biryar hatin eşkere kirin
.
Encamnameya Lûtkeya Yekîtiya Ereb a li paytexta Iraqê Bexdayê hate lidarxistin, hate ragihandin û biryarên hatine dayîn hatin eşkere kirin. Di encamnameyê de, hate xwestin ku xwînrijandina li Xezeyê bê rawestandin, pêvajoyeke derbasbûna siyasî ya giştgir li Sûriyeyê bê destpêkirin û çareseriyeke siyasî ji bo Sûdanê bê dîtin.
Li lûtkeya 34emîn a Bexdayê, bang li civaka navneteweyî hat kirin ku zextê bike ji bo rawestandina xwînrijandinê li Xezeyê û koçberkirina filistîniyan bi tundî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşên Xezeyê divê werin bicihkirin û girîngiya gihîştina alîkariyên mirovî û vekirina hemû dergehan hat diyarkirin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê hatin şermezarkirin û girîngiya destpêkirina pêvajoya derbasbûna siyasî hat bibîrxistin. Biryara Serokê Amerîka Donald Trump a rakirina dorpêçan li ser Sûriyeyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Hate gotin ku divê çareseriyeke siyasî ji bo pevçûnên li Sûdanê bê dîtin û piştgirî ji bo yekîtiya axa Sûdanê, yekîtî û serxwebûna wê hat nîşandan.
Herwiha, piştgirî ji bo ewlehî, aramî û serweriya axa Lubnanê hat ragihandin. Li ser Yemenê, piştgiriya Konseya Serokatiyê û hikûmetê hat diyarkirin û hewlên NY û aktorên herêmî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya giştgir hate piştrast kirin.
Herwiha piştgirî ji danûstandinên bernameya nukleerî ya di navbera Îran û Amerîkayê de hat dayîn û hêvî hat xwestin ku ev hevdîtin encamên erênî bidin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin