Elî Dolemerî: Em dixwazin weberhênerên Fransayê bînin Herêma Kurdistanê

Elî Dolemerî: Em dixwazin weberhênerên Fransayê bînin Herêma Kurdistanê

.

A+A-

 Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê radigehîne, “Em dixwazin weberhênerên Fransayê bînin Herêma Kurdistanê”.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî ji K24ê re ragehand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariyên mezin ji bo weberhênanê kirine û di wê çarçoveyê de em dixwazin weberhênerên Fransayê bînin Herêma Kurdistanê”.

Elî Dolemerî herwesa got, “Em dê peywendiyên xwe ji astê dostînî û çandî bibin astê bazirganî. Ji bo wê meremê jî, em dê li Gulana îsal bi hevkariya Hikûmeta Fransayê korbendeke aborî çê bikin”.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî pêk hatiye, li Parîsê ye û biryar e hejmareke hevdîtin û civînan bi berpirsên Fransayê re bike.

Li dû bernameya Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê, biryar e îro (Sêşem, 26.03.2024) li nav Perlemana Fransayê jî merasîmeke taybet bi helkefta cejna Newrozê bê kirin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin