Efserekî Kurd li Bexdayê hat kuştin

Efserekî Kurd li Bexdayê hat kuştin

Efserekî Kurd ê Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber li Bexdayê di êrîşeke terorîstî de hat kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandarîya Polîsê Bexdayê di daxuyanîyekê de ragihand, ku efserê Kurd ê Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber, Rêbwar Fazil di “êrîşeke terorîstî” de hatîye kuştin.

Di daxuyanîyê de tê gotin, “Rêbwar Fazil di hewldaneke xedrê û tirsenokî de ji alîyê terorîstan ve hat şehîdkirin”.

Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber a Iraqê dîyar kirîye, ku hejmarek çekdaran teqe li otomobîla wî efserê Kurd kirine û di encamê de çend gulle li wî ketine û canê xwe ji dest daye.

Heman dezgehê dîyar kirîye, ku Rêbwar Fazil li cem wan bi pileya Mulazim efser bûye û sersaxî ji malbata wî re xwestîye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin