Efrîn di bin dagîrkeriyê de (227)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (227)

.

A+A-

Di raporeke xwe de li 12.12 2022an. Z, Rojnama “El’cerîde” ya “Kiwêtî” aşkere kir ku Wezareta “Karûbarên Civakî” li ser bingeha şîretên Şalyariya “Dereve” ya “Kiwêtî” giştînamak derxist û têde rêdanên/erêkirinên cîbicîkirina projeyên xêrguzariyê yên avakeriyê li Sûriyê sekinand; Û li gor wateyê wê tê ku gerek “Komelên xêrxweziyê yên Kiwêtî” avakirinên gundine din en niştecîkirinê li Herêma Efrînê (yên ku di çarçewa siyasetên Turkiyê yên rêbazkirî de  têne kirin, ji bo kûrkirina guhertina demografî li dijî hebûna Kurdan a dîrokî li herêmê) rawestînin; Di vî warî de “Komela Cîhanî ya geşepêdan û pêşxistinê(Tenmiyê)” – a Kiwêtî  pereyên avakirina Gundê “Besme – /96/ perçemal/şiqe weke asta yekê” li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa (ya li  4.10.2021an. Z hatiye vekirin) pêşkêş kirin, û “Komela El’rehme ya Cîhanî” jî – ya Kiwêtî  pereyên avakirina Gundê “Kiwêt El’rehme, /380/yekîneyên niştecîniyê” li nêzîk Gundê “Xalta” – Şêrewa li Çiyayê Lêlûn (a ku li 30.8.2021an. Z hatiye vekirin) pêşkêş kirin.

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= G. “Gazê”:

Bi navça Navenda Efrînê ve girêdayî ye, /9/KM jê dûr e, ji dora /32/ malan pêkhatî ye, dora /150/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, hin jê zorane koçber bûn, û /10 malbat = 60 nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Milîseyên “Firqit El’hemze” (yên ku dest danîne ser sê malan û mala”zaroyên Behrî Mistefa Ebdo” ji rêbenda leşkerî re kiriye biryargeh) gund desteser dikin, û ji hemî malan xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn, û herweha jî tirektoreke çandiniyê û pîkabeke Honday ên “Zaroyên Behrî Mistefa Ebdo”, giropeke zayenda elektirîkê ye taybet bi bircê hevgîhandinên toreya “MTN” a Sûrî, guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên telîfûna zemînî û dîrakên herdu toreyan.

“Dizîna guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên toreya telîfûna zemînî û stûnên darî yên herdu toreyan, piştî dagîrkirinê, G. “Gazê” – Efrîn.”

Û ew li ser berhema dora /4/ hezar darên zeytûnê -yên ku xwediyên xwe ne li wir- 50% vêrgiyan ferz dikin, û 10% jî li ser berhema malmewdanên din ên gund; Ji bilî dizînên ku dighêjin werzan/ mûsiman; Û herweha jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewaran re di nav erdên çandiniyê û zeviyên zeytûna de.

Û wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, cîgeha li ser riya “Kaxrê” – Rojavayê gund koland.

Û herweha jî wan rêjeya 90% ji darên îhracê (yên sinoberê yên di ber riya ku herdu gundan “Keferdelê Jorin” û “Gazê” dighîne hev) qut kirin, û weha jî daristana sinoberê li Çiyayê “Hemede” di navbera herdu gundan de, û bi ser de jî agirpêxistina daristanekê li 24.7.2021an. Z; Û bi beramberkirina du wêneyên ku li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û avakirina bargeha leşkerî ya Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî valakirina bargeha leşkerî ya Turkî) ji aliyê Gogel Êrs ve ji Cîgeha “Sirta Rêz” re hatine girtin – Bakur Rojavayê G.”Gazê”, asta ziyana mezin ku gihîştiye cîgehê û zeviyên zeytûna tê diyarkirin; Û bê zanîn ku Artêşa Turkiyê bargeha leşkerî li destpêka dagîrkeriyê – Buhra 2018an. Z ava kir, piştî ku dora /3/ hezar darên zeytûnê digel rezên tirî û roxandina bircê hevgîhanan ên toreya “MTN” ya Sûrî, di çarçewa rûbereke dora /7/ hiktaran ên malbatên “Çolaq û Îbrahîm”, û bi ser de jî ziyanên ku gihîştine zeviyên li dor bargehê, bi sedema valakirina bargehê piştî du salan, û ta niha rê nayê dandin ku xwediyên wan zeviyan ji nû ve bajon û biçînin.

“Şewatek li daristaneke nêzîk G. “Gazê” – Efrîn, 24.7.2021an. Z.”

“Cîgeha “Sirta Rêz” – Bakur Rojavayê G. “Gazê” – Efrîn, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û avakirina bargeha leşkerî ya Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî valakirina bargeha leşkerî ya Turkî), Gogel Êrs.”

Û weha jî, xelkê gund rastî rengereng binpêkirinan hatin, ji girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin û peresitandin û hinên din.

Û di çarçewa tevgereke olî ye çalak û tundrew e ku li herêmê dibe de, mizgefteke nû li gund, ji aliyê “Desteya Fîxaniya Mirovî û Mafên Mirovan û Azadiyan (IHH)” ya Turkî ve hate avakirin, ewa ku li /12/ Tebaxa 2022an. Z hatiye vekirin.

“Avakirina mizgefteke nû li G. “Gazê” – Efrîn.”

= Bindestkirina Êzdiyan:

Dema ku nişteciyên Gundê “Basûfanê” – Şêrewa -yên Êzdî û hindik mane- li siba Înê 16.12.2022an. Z -roja Cejna Rojiyê (Cejna Êzî)- seredana gorên miriyên xwe kirin, bi ser vêşekê vebûn ku bi awakî mebestkirî û dijayetiyeke kîndar çend tirbe hatine roxandin û kêlikên wan hatine şikandin, li şeva Pêncşem/Înê, ji aliyê çekdarên “Feyleq El’şam” û  anîndeyên jê nêzîk ve, û li Pêncşemê xelkê ji nû ve dudu ava kirin; Û were bîranîn ku berê jî  çend caran wan hin gorên ku nîşanên Êzdîtiyê yan nivîsandinên Kurdî li ser roxandin; Heweha jî li 24.Avrêla 2020an. Z -roja yekê ji Heyva Rojiyê – milîseyan qubeya Zaretgeha “Şêx Elî” (ya Êzdî û li orta gund) hilweşandin, û vê re jî gotina “Elah û Ekber” hildan, û careke berê jî zaretgeh tarûmar kirin û dizîn.

“Roxandina gorgehina li goristana G. “Basûfanê” yê Êzdî – Şêrewa, 16.12 2022an. Z.”

Û weha xelkê gund jî rastî tonbiton binpêkirin û tewanan hatin, jê: Kuştin, revandin û girtinên bêsûcane, îşkencekirin, kêmrûmetkirin, peresitandin û koçberkirina zorane û kiriyarine din; Û bidehan ji wan hatin girtin -di nav de jî jin- û tûşî îşkencekirineke mekin hatin; Û bi ser de jî destdanîna ser malmewdan û malan, û dizînên bi awakî fere.

= Girtinine bêsûcane:

 Li 7.12.2022an. Z, Destlatên Dagîrkeriyê Hemwelatî “Cîger Ebid El’fetah Îsma’îl Mendo /29/ sal” ji xelkê Gundê “Zivingê” – Navça Bilbilê serbest berda; Piştî girtina dora heyvekê û ferzkirina baceyeke diravî li ser,  bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ji aliyê “Asayêşa Bilbilê” ve, û birina wî bo Navenda Efrînê.

 Li 12.12.2022an. Z, Destlatên Dagîrketiyê Hemwelatî “Mistefa Hesen Şe’iban /45/ sal, Nîhad Xelîl Horo /43/ sal, Xelîl Mistefa Horo /42/ sal ” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” serbest berdan, piştî girtina wan bêtirî deh rojan û ferzkirina sezayine diravî li ser wan, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşê li Reco” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û birina wan bo Navenda Efrînê ji bo lêkolînê.

 Li 14.12.2022an. Z, Milîseyên “Asayêşa Reco” xort “Basêl Sefer Mistefa /28/ sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” girt, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, piştî ku bi xwîşka xwe re ji ciyê penaberiyê “Herêma Şehba’i – Bakurê Heleb” vegerî, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

 Li Pêncşemê 15.12.2022an. Z, hemwelatî Mamoste “Mistefa Elî/43/sal” – kargêrê Dibistana “El’irobê” li Efrînê ji mala wî li bajêr hate revandin/girtin, û ta niha çarenûsa wî nediyar e.

= Geregoşî û serberdayetî:

 Li Şemiyê 10.12.2022an. Z, piştî ku anîndeyekî Bajaroka “Heyanê” – Bakurê B.Heleb bi zorê  basta xwe ya firotanê danî pêşiya dîkana Hemwelatî “Mes’ûd Osman kurê Ehmed” ji xelkê Navça Reco -li orta Kolana serekîn a bajarokê- pevçûnek di nav herdu aliyan de çêbû, û ji ber wê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Reco” bi hevaltiya gilîker “El’heyanî” -di navboriya herdu rojên Şemiyê û Yekşemê de- “Mes’ûd” û /11/ hemwelatiyên nişteciyên resen ji meriv û cîranên wî  bi behaneya pişgiriya wan jê re girtin, jê: “Ebdo Osman kurê Ehmed, Ebdo Osman kurê Mihemed, Zekeriye Şêxo kurê Xelîl, Elî Şêxo kurê Xelîl, xortê negîhayî Elî Şêxo kurê Zekeriye, Idrîs Şêxo kurê Ehmed, Mûrad Silêman kurê Ehmed, Henan Faroq Ce’ifer”, û piştî  kêmrûmetkirin û gefan û îşkencekirina mekin ji “Mes’ûd Osman û Elî Şêxo” re, ew li Yekşemê piştî Nîvro berdan; lê bê ku tu kes ji aliyê din were girtin.

= Qutkirina daristanan û darên zeytûnê:

 Li şeva 13.12.2022an. Z, “Ebû Fewaz El’dêrî” serkêşê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li Gundê “Miskê Jorin” – Navça Cindirêsê dara qetlebê ya “Sorsorîkê” ya temenmezin û ji gund re weke simbol -li ser riya cîgeha “Sîriyetêl” Bakurê gund bi /500/M- qut kir; Û “El’dêrî” pircaran nişteciyên herdu gundên “Miskê Jorin û Jêrin” bi sezakirinê gef dike ger nûçe yan wêneyin li ser qutkirina daristan û daran bêne belavkirin. Bi bîr were jî ku piraniya daristan û darên îhracê ku li dor herdu gundan hatine birîn, jê Daristana”Birîm” a ku li sala 2019an. Z hatiye qirkirin.

“Dara Qetlebê/ Sorsorîkê ya temenmezin, Bakurê G. “Miskê” – N. Cindirês, berî qutkirinê.”

“”Ebû Fewaz El’dêrî” serkêşê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li G. “Miskê Jorin” – N. Cindirêsê.”

  Milîseyên “Feyleq El’şam” yên Gundê “Elemdara” – Navça Reco destser dikin, çadirek di nav zeviyeke zeytûna ye “Mihemed Şêxo Bêrem” de li Geliyê “Cirqa” ya hevcîwar ji gund re -weke navend- vegirt, û ji bo çêkirina komirê, êzingkirinê û bazirganiyê pê, bi Bagrê darên îhrace dide qutkirin û hildike.

 Di çend rojên navborî de, Milîseyên “Feyleq El’şam” dora /60/ darî zeytûnê yên “(Hisên Mistefa, Necîb Mistefa, Hisên Elî Hebeş, Ibrahîm Hisên Hebeş) – G. Çeqmaqa, Sadêq Bîlal – Hucemala, Ehmed Ebdo Derwîş – Çençeliya” û yên di navêna herdu gundê “Çeqmaqa û Çençeliya” de – Navça Reco, ji bo êzingkirin û pêbazirganiyê bêwijdan qut kirin.

“Qutkirina darine zeytûnê yen “Hisên Mistefa”, G. “Çeqmaqê Mezin” – N. Reco.”

 Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” /28/ darên zeytûnê yên “Şe’iban Xelîl Elîcan” li Gundê “Kotana” – Navça Bilbilê ji kokê ve û du dar ên “Deyan Horî” jî bêwijdan qut kirin, û ji Mala “Sefer Ehmed Çolaq” jî sê teneke zêtê zeytûna dizîn.

 Li vê dawiyê, Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” dora /60/ darî zeytûnê yên “Cemal Xelîl Umer, Mistefa Reşîd Umer” li Gundê “Qizilbaşa” – N. Bilbilê bêwijdan qut kirin.

Hikometa Dad û Geşepêdanê/ El’edalê we El’tenmiyê – Turkiyê û bi alîkariya toreyên “Rêxistina Birayên Misilman”, di bin navine “xêrxwezî û mirovî” de, di cîbicîkirina pirojeyên  niştecîkirinê de li Herêma Efrînê (ya Kurdî – Sûrî) pereyên Qeterê, Kiwêtê û Felestînê bi kar anîn, da ku guhertina demografî bi awakî fere li dijî hebûna Kurdan a dîrokî li herêmê kûrtir bike;  Ewa ku dê metirsiyeke mezin li ser Kurdan û pêşeroja Sûriyê çêbike, krîza Sûriyê dê aloztir bike, û wê kendan dîne pêş hewildanên dîtina çareseriyeke rêzanî jê re; Vêca ji Civaka Navdewletî tê xwestin ji bo cibcîkirina wan pirojeyan Hikometa Anqerê lîwan bike.

18.12.2022 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Dizîna guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên toreya telîfûna zemînî û stûnên darî yên herdu toreyan, piştî dagîrkirinê, G. “Gazê” – Efrîn.

– Şewatek li daristaneke nêzîk G. “Gazê” – Efrîn, 24.7.2021an. Z.

 Cîgeha “Sirta Rêz” – Bakur Rojavayê G. “Gazê” – Efrîn, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û avakirina bargeha leşkerî ya Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî valakirina bargeha leşkerî ya Turkî), Gogel Êrs.

 Avakirina mizgefteke nû li G. “Gazê” – Efrîn.

 Roxandina gorgehina li goristana G. “Basûfanê” yê Êzdî – Şêrewa, 16.12 2022an. Z.

 “Ebû Fewaz El’dêrî” serkêşê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li G. “Miskê Jorin” – N. Cindirêsê.

 Dara Qetlebê/ Sorsorîkê ya temenmezin, Bakurê G. “Miskê” – N. Cindirês, berî qutkirinê.

– Qutkirina darine zeytûnê yen “Hisên Mistefa”, G. “Çeqmaqê Mezin” – N. Reco.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-227-18-12-2022– 

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-223-13-11-2022 – PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (209)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (210)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (213)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (215)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (216)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (217)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (218)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (219)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (220)

Bixwîne Efrîn di bin dagîrkeriyê de (221)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (222)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (223)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin