EFRÎN/ Çekdar welatiyan digirin û îşkenceyê li wan dikin

EFRÎN/ Çekdar welatiyan digirin û îşkenceyê li wan dikin

Hate ragihandin hejmarek welatiyên herêmê ji berî çend rojan ve ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve ku Tirkiye piştevaniya wan dike, hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

A+A-

Li gorî Rûdawê, Dr. Sebrî Henan (72) ji berî 20 rojan ve girtî ye, Endezyar Yehya Eyûbî (52) jî ji mehek berê ve girtî ye.

 

Hate zanîn ku endezyar Eyûbî ji aliyê çekdarên Ehrar el-Şam ve hatiye girtin û li dibistanan Salih el-Elî, li taxa Eşrefiyê rastî îşkenceyên tund hatiye.

 

Heman çavkaniyê diyar kir, ku Mistefa Xelîl Kalo, Ismet Kalo, Elî Kalo û Adil Kalo ji gundê Kurzêlê ji aliyê grûpa Ehrar el-Şerqiye ve hatine girtin.

 

Her li gorî çavkaniyê, welatiyên bi navê Ebdilhenan Hemdûş ji mehekê wir ve ji aliyê Ehrar el-Şam ve girtiye û rastî îşkenceyê hatiye.

 

Herwiha Rewad Wehîd Ehmed ku xelkê Tirindê ye ji aliyê Ehrar el-Şam ve li dibistana Salih el-Elî girtî ye.

 

Welatiyê bi navê  Ebdilrehman Yaqûb ê 65 salî jî 15 rojan ji aliyê grûpên çekdar ve girtî mabû.

 

Roja 12ê Nîsanê jî welatiyê bi navê Ibrahîm Ehmed Hesen, 41 salî, ji aliyê grûpa Siltan Mûrad ve hatiye girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin